Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

DAXUYANÎ

DAXUYANÎ

  • February 11, 2024

Şeş Hevrêyên Me di êrîşên Nemerdane yên Dagirkeran de Şehîd bûn

Roja Înê ya borî, pênc şervanên me di êrîşeke xayinane û tirsonek de, ku ji aliyê kirêgirtiyên rejîma Sûriyeyê ve li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatibû pêkanîn, şehîd bûn: 1- Jakdar/Ebdullah Mûsa El-Ebdullah, 2- Kara/Uday Beşîr El-Fethî, 3- Şerabî Hesekê/Uday Selman El-Îbrahîm, 4- Seqr/Heweş Cemîl El-Casim û 5- Senad/Xalid Mihemed El-Mer’î. Her wiha şervanê me Mexwar/Elî […]

  • February 6, 2024

li Dêra Zorê Pênc şervanên me di êrîşeke xayinane de şehîd bûn

Milîsên Îranê yên li gelek deverên Dêrazorê yên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de belav in, duh bi balafireke bêmirov û biçek êrîş hevrêyên me yên li cihê petrolê yê El Omer kirin. Di encama êrîşê de 5 hevrêyên meşehîd bûn ku di nav wan de 2 birayên hev in. Hevalên me ji herêma […]

  • February 4, 2024

Şervanê me ‘Seqman’ şehîd bû

Dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê hîna jî êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di êrîşên xwe de balafirên bêmirov, çekên giran, tank, moşek û çekên din bi kar tînin, da ku ewlehî û îstîqrara herêmê tevlihev bikin. Lê şervanên me li hember tevahî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên […]

  • February 2, 2024

Hevrêyên me Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr bi ruhê fedayî şer kirin û gihiştin şehadetê

Di daxuyaniya xwe ya 1’ê Sibata 2024’an de me eşkere kiribû ku hêzên me 30’ê Çileyê rêzeçalakiyên tolhildanê li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Efrînê û Ezazê li dar xistine û di van çalakiyan de derbên giran li dagirkeran hatibûn xistin. Hevrêyên me Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan […]

  • January 31, 2024

Em hevrêyê xwe Mazin El Şêx bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrêyê Mazin ê li Dêrazorê erk û peywira xwe pêk dianî, di dîroka 16’ê Çileya 2024’ê de di encama qezayekê de bi giranî birîndar dibe. Ji bo dermankirina hevrêyê me li nexweşxaneyê tê razandin lê dî dîroka 29’ê Çileya 2024’an de tevî hemû mûdaxaleyên bijîşkî jî digihîje asta şehadetê. Hevrêyê me Mazin ji pêkhateya Ereb […]

  • January 30, 2024

Hevrêyê me Brûsk Zendura li Dêrazorê gihişt asta şehadetê

Hevrêyê me Brûsk ku ji bo parastina hebûna gelên herêmê, rizgarkirina welatê xwe ji dagirkeriya dijmin û misogerkirina azadiya wê tevlî refên me bû, di 2’ê Çileyê de dema li Dêrazorê erka xwe pêk dianî di encama qezayekê de şehîd bû. Hevrêyê me Brûsk ji malbateke Kurd a ji Girêspîyê ye, ji dayik bûye. Piştî […]

  • January 21, 2024

Hevrêya Me Nûdem Dilsoza Gelê Xwe Bû

Sekna jinên ku ji hemû cîhanê re bû çavkaniya îlhamê pêşeroja gelan ronî dike. Di nava refên Şoreşa Jin a Rojava de şervanên YPJ’ê ji bo azadiya welat tekoşîne bê eman didin meşandin. Ji bo serxwebûna gelan bi fedakariyeke mezin şerê pergala modernîst dikin. Gelê me yê Bakûrê Kurdistanê li hemberî her cûre polîtîkayên înkar […]

  • January 12, 2024

Fermandarê Şoreşa Gelan, Şervan Heleb Şehîd Bû

Lawê leheng yê Efrînê, şervanê gelê xwe û fermandarê Yekîneyên Parastina Gel YPG, rêhevalê me Şervan Heleb di dîroka 10’ê Çile ya 2024’an de di encama qirîza dil giha asta şehadetê. Di serî de malbata hêja û welatparêz a fermandarê me, em sersaxiyê ji bo tevahî gelê Heleb û gelê Rojava re dixwazin. Em dibêjin […]