Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

DAXUYANÎ

DAXUYANÎ

  • April 18, 2024

Hevrêyên Me Ciwan Kobanê û Çeko Xidirbejî Di Du Bûyerên Cûda de Gihaştin Şahadetê

Îro, roja Pêncşemê, em şehadeta du şervanên xwe yên herî hêja radigihînin; yên ku di dema pêkanîna erkên xwe yên leşkerî de di nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de şehîd ketin. Şervanê me “Çeko Xidirbejî” (Mihemed Ehmed) di encama qezayeke dema perwerdeya leşkerî de şehîd ket, û şervanê me “Ciwan Kobanê” (Cined Hemî) jî piştî […]

  • March 30, 2024

Du Şervanên me Di pevçûnên Li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûn

Di demên dawî de, çalakiyên terorîstî yên şaneyên DAIŞê zêde bûne. Ev rêxistina terorîstî, piştî ku zêdetirî pênc salan berê li dawî kelha xwe ya li Baxozê ji aliyê hêzên me ve hatibûn têkbirin niha ewhewl didin ku xwe jinûve birêxistin bikin. Eşkereye ku gelek welat û alî alîkariyê didin vê rêxistina terorîst da ku […]

  • March 23, 2024

Du Şervanên Me Li Gundewarê Rojhilatê Dêrezorê Şehîd Bûn

Du şervanên me li herêma Dêrazorê, dema ku li deverên gundewarî yên rojhilat erkên xwe yên leşkerî bi cih dianîn, di bûyerên cuda de şehîd bûn. Şervanê me Akkaş Ebû Hemam (Elî Kamil El-Elî) li bajarokê Xeranîc ê Dêrazorê, piştî ku ji aliyê kesên nenas ve hat gulebarankirin, şehîd bû. Herwiha, şervanê me Zagros (Mistefa […]

  • March 16, 2024

Çar Hevrêyên Me di Bûyerên Cûda de Gihaştin Şehadetê

Şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebû Xalid (Ehmed Xalid El Kurdî) û şervana Meclisa Leşkerî ya Suyran Ator (Sûriya Mame Nano), dema li ser erkên xwe bûn ji ber krîza dil şehîd bûn. Şervanê me Salih Bedran El Xidir (Rêzan) li Dêrazorê di encama bersivdayîna êrişa şandeyên terorîst de, her wiha şervanê Hêzên Komandos Gêlî  […]

  • March 13, 2024

Du Şervanên Me Di paqijkirina Mayinên DAIŞ’ê de Gihaştin Şahadetê

Mîrateya hovane ya rêxistina terorîst a DAIŞê hîn jî siyeke mezin davêje ser jiyana niştecîhên wan deverên ku rêxistinê di dema berfirehbûna xwe de kontrol dikirin. Gelê van herêman ji ber gefa berdewam a mayîn û amûrên teqemeniyê – ku gelek ji wan hîn neteqiyane û ji aliyê rêxistina terorîst ve li malan û heta […]

  • February 20, 2024

Em hevrêyê xwe Şoreş Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînîn

Hevrêyê me Şoreş Efrîn 18’ê Sibata 2024’an dema li ser erka xwe bû, krîza dil derbas kir û tevlî karwanên nemiranHevrêyê me Şoreş li Efrînê, di nav malbateke welatparêz de hatiye dinê. Gelê me yê Efrînê xwedî çanda kevnar e û jiyana xwe li ser vê çandê didomînin. Di kêleka çanda gelêrî, bi derketina Tevgera […]

  • February 19, 2024

Em hevrêyên xwe li Tebqa û Minbicê şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin

Şoreşa Rojava ya ku veguherî Şoreşa gelan ji bo jin û ciwanan hêviya pêkanîna jiyaneke azad afirand. Gelek jin û ciwan bê ku dudilî bijîn berê xwe didin nava refên azadiyê û li hemberî hemû êrîşên pergala mêr dewlet a dagirker, nirxên civaka xwe diparêzin. Her çiqasî pergala modernîteya kapîtalîst bi polîtîkayên xwe yên pişaftinê […]

  • February 13, 2024

Em hevrêyê xwe Cabir bi rêzdarî bi bîr tînin

12’ê Sibata 2024’an, li navçeya Girkê Legê, hevrêyê me Cabir El Ebo dema ku ji bo îcazeyê diçû mala xwe, di encama qezayekê de gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Cabir li navçeya Girkê Legê ji dayik bû û ji pêkhateya Ereb a vê herêmê ye. Xelkê me yê Girkê Legê ku piraniya wan Kurd û Ereb […]

  • February 12, 2024

Sê Hevalên Me Di êrîşên Cûrbecûr ên Li Dêrezor û Hesekê Gihaştin Şahadetê

Di êrişên cuda de yên aliyên dijber ên hewl didin tevlihevî û kuştinê li herêma me belav bikin, 3 şervanên me şehîd bûn. Şervanên me yên bi navên Şers (Ebdulqadir Receb El Îsa) û Nemrûd (Muwefeq Sewadî Xilêf) di êrişên çeteyên rejîma Sûriyeyê de li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûn. Şervanê me Esaf Hesekê (Esaf Xelîl […]

  • February 12, 2024

Fermandar Sorxwîn sembola egîdiya jinan e

Feraseta qirker û faşîst a dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên terorî yên ku li hemberî jinên pêşeng û têkoşer  pêk tîne, şoreşa azadiya jinê taybet dike armanc. Ev êrîş, êrîşên siyasî ne û li ser bingehê konsepta înkar û îmhayê tên pêkanîn. Dewleta Tirk a ku bi polîtîkayên daîreya şerê taybet tê rêvebirin, tola […]