Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Du Şervanên Me Di paqijkirina Mayinên DAIŞ’ê de Gihaştin Şahadetê

  • March 13, 2024

Du Şervanên Me Di paqijkirina Mayinên DAIŞ’ê de Gihaştin Şahadetê

Mîrateya hovane ya rêxistina terorîst a DAIŞê hîn jî siyeke mezin davêje ser jiyana niştecîhên wan deverên ku rêxistinê di dema berfirehbûna xwe de kontrol dikirin. Gelê van herêman ji ber gefa berdewam a mayîn û amûrên teqemeniyê – ku gelek ji wan hîn neteqiyane û ji aliyê rêxistina terorîst ve li malan û heta li zeviyên çandiniyê hatine bicihkirin – mexdûr in.

Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ji bo rakirin û paqijkirina van mayînan tîmên pispor ên endezyariyê ava kirine.
Duh, roja Sêşemê, dema ku şervanên me mijûlî paqijkirina mayînên ji aliyê DAIŞê ve li Dêrazorê hatibûn bicihkirin bûn, mayînek teqiya û di encamê de du şervanên me şehîd bûn: Rohat Hesekê (Sileyman Halef) û Şêro Kobanê (Îbrahîm Hesen Bozo).

Hevrê û şervanê me Rohat Hesekê di qonaxên destpêkê de tevlî refên me bûbû û beşdarî gelek operasyonên leşkerî yên ku ji aliyê hêzên me ve li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê hatibûn destpêkirin, herwiha di têkbirina êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê de bûbû. Wî berxwedaneke mezin nîşan da û şervanekî mînak, bi dîsîplîn û bi temamî pabendî fermanan bû.


Herwiha, hevrê û şervanê me Şêro Kobanê jî di tevahiya dema xwe ya di nava refên me de, di biryardariya xwe ya ji bo temamkirina erkên ku jê re hatibûn dayîn de, tu carî dudilî nebû.

Dema ku em sersaxiyê ji xwe re, ji malbatên van her du şehîdan re û ji malbatên hemû şehîdên xwe re dixwazin, em hêz û baweriyeke nû werdigirin da ku têkoşîna xwe bidomînin heta ku em hêviya wan a ji bo welatekî ewle û aram, ku ji hemû cureyên xerabî û terorê paqij be, pêk bînin.

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

13.03.2024