Bi xemgîniya mezin, em şehadeta hevrêyê xwe yê enternasyonalîst Zinar Koçer (Lorcan Sharonat) radigihînin. Hevrê me Zinar Koçer 18‘ê Sibata 2020‘an piştî ku jiyana xwe, zanîn û pisporiya xwe dikir beşek ji têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadî, rûmet û jiyana hevbeş, di dema pêkanîna erkê xwe yê şoreşgerî de şehîd bû.
Şehîd Zinar Koçer sala 1994‘an li Fransayê ji dayik bû û di malbateke demokratîk de mezin bû ku baweriya xwe bi nirxên azadî, edalet û wekheviyê dianî. Ew ciwanekî xwende bû û di beşa ragihandinê de bawernameya zanîngehê bi dest xistibû. Zanîn û jêhatîbûna xwe xist xizmeta armancên ku baweriya xwe pê dianî.
Berxwedana gelên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî rêxistina DAIŞ û hêzên tarî, her wiha cenga parastina jiyana gelan û nirxên mirovî û jiyana hevbeş bandor li şehîd Zinar Koçer kiribû.
Ji baweriya ku têkoşîna li hembetrî terorê û parastina nirxên mirovî sînorên erdîngarî derbas dike, di sala 2019‘an de biryara derketina ji Fransayê û hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijart. Tev li refên hêzên me bû û di heman salê de beşdarî dewreyeke perwerdeyê bû. Bi vê yekê derbasî qonaxeke nû ya jiyanê bû ku zanîn, pispor û karîna xwe xist xizmeta şoreşa mirovahiyê.
Tevlêbûna wî ne helwestek hemen ji rêzê bû, lê belê îfadeya baweriya kûr a bi nirxên şoreşê, îradeya sekina bi gelên herêmê ya li hemberî hêzên tarî û terorê bû.
Di 18‘ê Sibata 2020‘an de hevrê Zinar Koçer dema erka xwe ya şoreşgerî pêk dianî, jiyana xwe fedaî nirxên ku jê bawer dikir, kir û navî wî bû beşek ji hafîzeya heval û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Bila serê malbata şehîd Zinar û hevrêyên wî sax be. Em teqez dikin ku wê keda wî neyê jibîrkirin. Bedelên ku wî ji bo azadî û mirovahiyê daye wê di wijdanê me de zindî bimînin û bîranînên wî dê di dilê gelê Rojava û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nemir bimîne.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Zinar Koçer
Nav û paşnav: Lorcan Sharonat
Navê dayikê: Maria Fiona
Navê bav: Jean-Luc
Cihê jidayikbûnê: Fransa
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo, 18 Sibata 2020
Navenda Ragihandinê ya QSD
04-09-2026
















