Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Du Şervanên Me Li Gundewarê Rojhilatê Dêrezorê Şehîd Bûn

  • March 23, 2024

Du Şervanên Me Li Gundewarê Rojhilatê Dêrezorê Şehîd Bûn

Du şervanên me li herêma Dêrazorê, dema ku li deverên gundewarî yên rojhilat erkên xwe yên leşkerî bi cih dianîn, di bûyerên cuda de şehîd bûn.

Şervanê me Akkaş Ebû Hemam (Elî Kamil El-Elî) li bajarokê Xeranîc ê Dêrazorê, piştî ku ji aliyê kesên nenas ve hat gulebarankirin, şehîd bû. Herwiha, şervanê me Zagros (Mistefa Ehmed Yûsif) ku endamê yekîneyên komandoyê bû, di encama bûyereke çekan de şehîd ket.

Em sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbatên van her du şehîdan û malbatên hemû şehîdên xwe dikin. Biryardariya me ya ji bo şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina welatekî ewle û aştiyane, xurtir bûye.

Nasnameya Şehîdên Me Wiha ne:

Nasnav: Ukaş Ebû Hemam
Nav û paşnav: Elî Kamil El Elî
Navê dayikê: Malîke
Navê bav: Kamil
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Ebû Hemam
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Xeranîc-21.03.2024

***

Nasnav: Zagros Kobanê
Nav û paşnav: Mistefa Ehmed Yûsiv
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Sor-18.03.2024

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

23.03.2024