Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em hevrêyê xwe Bahoz Amed ê 2023’yan li Eyn Îsayê şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr tînin

  • January 27, 2024

Em hevrêyê xwe Bahoz Amed ê 2023’yan li Eyn Îsayê şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr tînin

Hevrê Bahoz Amed di malbateke welatparêz de li Efrînê ji dayik bû. Cihê lê mezin bû jî mîna malbata wî, xwedî hestên welatparêziyê yên xurt bû. Hevrê Bahoz ê xwendina xwe heta lîseyê di dibistanên rejîma Sûriyeyê ya mêtinger de qedand, ji ber ji polîtîkayên înkar û çewisandinê yên rejîmê li ser gelê Kurd haydar bû, biryar da ku nexwîne. Tevlîbûna xizmên wî yên di nava têkoşîna azadiyê de û bayê şoreşê yê li Rojava diherikî bandor li hevalê Bahoz kir. Hevrê Bahoz piştî YPG’ê sala 2012’an bi Şoreşa Rojava re xwe îlan kir û bandora wê di demeke kin de li tevahiya Rojava belav bû, bi biryara tevlîbûnê cihê xwe di nava refên şoreşê de girt.

Hevrê Bahoz perwerdeya xwe ya destpêkê li Efrîna lê ji dayik bûye û li wir tevlî têkoşîna azadiyê bûye, dît. Li ser felsefe û rastiya Rêbertiyê xwe perwerde kir. Ji bo felsefe û rastiya Rêbertiyê di kesayeta xwe de dawerivîne û di pratîkê de bi cih bîne, kedeke mezin da. Hevrê Bahoz perwerdeya dît bi ezmûna bi dest xistibû re kir yek û xist pratîkê. Tecrubeya şerê xwe yê yekemîn li Efrînê, li dijî çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de bû pêş xist. Şerê wî yê yekemîn parastina axa lê ji dayik bibû.

Di navbera salên 2014 û 2019’an de ku êrîşên dijmin herî zêde dijwar bûn, bi moral û baweriyeke bilind li hemberî dijmin bênavber şer kir û têkoşîn meşand. Di pêngava ku di sala 2016’an de li Şehbayê li dijî çeteyan hat destpêkirin, di şikandin û têkbirina dijmin de roleke girîng lîst. Li Efrînê dema sala 2018’an dewleta Tirk a dagirker bi çeteyan re êrîş kir û di sala 2019’an de jî di berxwedana Serêkaniyê de, li dijî dagirkeriyê her tim li eniya pêş bû. Di gelek çalakiyên ku beşdar bibû de, qabiliyeta wî ya şer di mijara derbên giran li dijmin bide de bi bandor bû. Serkeftinên wî yên di şer de jî di kesayeta wî de xuya dikirin. Digel taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar, di mijara eleqedarî û destekdayîna ji hevalên xwe re jî li ber çavan bû. Ya herî girîng jî ti carî di rakirina berpirsiyartiyê de paşde gav neavêt. Hevrêyê me Bahoz ê herî dawî li Eyn Îsayê di asta fermandariya eniya şer de cih girt, bi xwe çalakiya li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi rê ve bir û bi lehengî gihişt asta şehadetê.

Em hevrêyê xwe Bahoz ê bi qehremanî têkoşiya û şehîd bû, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Mîrateya ked û ezmûna daye şoreşê, wê bibe bingeha têkoşîna me. Weke heval û hevrêyên wî em sersaxiyê di serî de ji malbata wî ya hêja û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ji her demê zêdetir bi îdîa û biryardariyeke mezin bimeşînin, hêvî û xewnên gelê xwe yên welatekî azad pêk bînin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Bahoz Amed
Nav û Paşnav: Ehmed Elî
Navê Dayikê: Enîse
Navê Bav: Semîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa/17’ê Mijdara 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê | 27’ê Çileya 2024