Hevrêyê me Brûsk ku ji bo parastina hebûna gelên herêmê, rizgarkirina welatê xwe ji dagirkeriya dijmin û misogerkirina azadiya wê tevlî refên me bû, di 2’ê Çileyê de dema li Dêrazorê erka xwe pêk dianî di encama qezayekê de şehîd bû.
Hevrêyê me Brûsk ji malbateke Kurd a ji Girêspîyê ye, ji dayik bûye. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî Kobanê kir, neçar ma tevî malbata xwe koç bike. Ev serpêhatiya koçberiyê merhaleyeke girîng a rêhevalê me Brûsk de avakiriye. Hevrê Brûsk piştî salekê vegeriya xaka ku tevî malbata xwe lê dijî. Di sala 2019’an êrîşa dewleta Tirk li ser Serêkaniyê û Girêspî û dagirkirina van bajaran, hevrê Brusk fêm kir ku dijminê gelên herêmê bi taybet gelê Kurd ne tenê DAIŞ, dewleta Tirk bi xwe ye. Hevrê Brûsk yê di temenê xwe yê zarokatiyê de hestên bêwelatî û bênasnametiyê nas kir, di temenê xwe yê ciwan de ji bo bi destxistina wan, biryara bibe parêzvanê gelê xwe û welatê xwe, da. Hevrêyê me Brûsk, hevrêyêkê me ciwanmerd û bi ruhê fedayî yê Apoyî, ji bo bi cih anîna her berpirsyariya ku dikeve ser milê xwe, têkoşiya. Bîranînên rêhevalê me Brusk, ku yek ji mînakên berbiçav ên rêhevaltiya sade û dirûst e, wê ti carî neyê jibîrkirin û di serketina têkoşîna me de wê zindî bê hiştin.
Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re bi taybet malbata wî ya hêja re dixwazin û soz didin ku em ê xeta şehîdan bişopînin û heta bigihêjin armancên xwe bê navber têbikoşin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Brûsk Zendura
Nav û Paşnav: Mihemed Osman
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Cemal
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor | 2’yê Çileya 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê | 30’ê Çileya 2024