Hevrêyê Mazin ê li Dêrazorê erk û peywira xwe pêk dianî, di dîroka 16’ê Çileya 2024’ê de di encama qezayekê de bi giranî birîndar dibe. Ji bo dermankirina hevrêyê me li nexweşxaneyê tê razandin lê dî dîroka 29’ê Çileya 2024’an de tevî hemû mûdaxaleyên bijîşkî jî digihîje asta şehadetê.
Hevrêyê me Mazin ji pêkhateya Ereb ji bajarê Hamayê hatiye dinê. Fikra ku hemû netewan hembêz dike û jiyaneke hevpar ava dike, dinase û barê şoreşê ku dikeve li ser her welatiyekî ku li ser vê axê jiyan dike, radike. Hevrê Mazin heya şehîd bû jî ji bo jiyaneke azad û wekheviya biratiya gelan têkoşiya ye û wê bîranînên wê di têkoşîna me de hertim bê jiyandin.
Em serî de sersaxiyê ji malbata hêja a hevrê Mazin û tevahî gelê xwe ê welatparêz re dixwazin û soza ku me daye şehîdan heta dawî girêdayî bin û armanc û xeyala wan wê teqez pêk bê.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Mazin Şêx
Nav û Paşnav: Mazin El Şêx
Navê Dayik û Bav: Rena-Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 29’ê Çileya 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê | 31’ê Çileya 2024