Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Hevrêyên me Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr bi ruhê fedayî şer kirin û gihiştin şehadetê

  • February 2, 2024

Hevrêyên me Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr bi ruhê fedayî şer kirin û gihiştin şehadetê

Di daxuyaniya xwe ya 1’ê Sibata 2024’an de me eşkere kiribû ku hêzên me 30’ê Çileyê rêzeçalakiyên tolhildanê li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Efrînê û Ezazê li dar xistine û di van çalakiyan de derbên giran li dagirkeran hatibûn xistin. Hevrêyên me Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr bi ruhê fedayî tevlî van çalakiyan bûn û gihiştin asta şehadetê. Me diyar kiribû em ê agahiyên berfireh ên têkildarî nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd bûn bi raya giştî re parve bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker tevî çeteyên piştgiriya wan dike, bi gel, xweza û çanda wê re herêmên dagirkirî bi taybet Efrînê wêran dike û em bi vê rastiyê re rûbirû ne ku ji roja dagirkirinê ve her roj mafê jiyanê tê binpêkirin. Hevrêyên me Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr ên evîndarê gel, xweza û çanda xwe ne, bi nîşandana helwest û sekna xwe ruhê şoreşgeriya demê û fedayiyane ye. Ji bo siberojeke azad û vegera gelên me li ser axa xwe bi tempoyeke bilind û bi fedakariyeke mezin têkoşiyan. Her pênc hevalên me jî azadiya gelê xwe kirin armanca xwe ya yekemîn. Heta nefesa xwe ya dawî ji vê sekna xwe tawîz nedan. Erk û berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih anîn. Wê bîranîn û armancên wan bibin bingehê têkoşîna me ya azadiyê.

Weke Hêzên Rizgariya Efrînê, em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên leheng ên dilsozên xaka xwe bûn, ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soza me daye gelê xwe û şehîdên xwe careke din dubare dikin ku bi ruhê şoreşgerî yên lehengên mîna her pênc hevrêyên xwe, bajarê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Hevrêyê me Cûdî Reşo li bajarê Efrînê ya bi welatparêzî û girêdana axa xwe ve tê naskirin, di nav malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Xelkê me yê Efrînê ti carî dagirkerî li ser erdê xwe qebûl nekiriye. Li hember dagirkeriyê serî netewandiye, tim û tim di nava berxwedanê ye. Xwedî berxwedana serdemê ya em tê de ne û zarokên xwe jî li ser van esasan mezin kirine. Hevrêyê me Cûdî Reşo jî, ji destpêka Şoreşê ve di van şert û mercên herî zehmet da tevlî nav refên şoreşê dibe. Di gelek eniyên şer de cihê xwe girtiye, pêşengtî û fermandarî ji hevrêyên xwe re kiriye. Bi taybetî di Şerê Gelê Şoreşgerî yê li bajarê Helebê hate meşandin, pêngava rizgarkirina gundewarên Şehbayê de û di heman demê de jî di şer û berxwedana serdemê ya li Efrînê de li kêleka hevrêyên xwe mil bi mil li hemberî dagirkeran li eniya pêş cihê xwe girt. Piştî dagirkirina Efrînê hevrê Cûdî ji bo vegera li Efrînê gelek hewl da. Armanc tenê ne derbkirina dagirkeran bû; di heman demê de armanc dikir xelkê me yê li benda vegera Efrînê ye careke din li ser axa xwe jiyaneke azad ava bike. Ji bo vê di gelek caran de çalakiyên li dijî dagirkeran hatin lidarxistin de li pêş bû. Ti carî ji erk û berpirsyariyên dîrokî gav paş de neavêt, bi dudilî nêz nebû. Ji bo şerê li dijî dagirkeran li pêşiya hevalên xwe meşiya. Li ser xeta berxwedanê bi ruhê demê yê fedayiyane navê xwe xist dîroka têkoşîna me.

Hevrêya me Çîçek a ji bajarê Kobanê ye, ji malbateke welatparêz e ya bi gelek xizmên xwe yên şehîd tê naskirin û di oxira Têkoşîna Azadiyê de berdêlên giranbiha dane. Hevrê Çîçek, di nav hawirdoreke wisa de li Bajarê Berbangê Kobanê ji dayik dibe û mezin dibe. Bajarê Kobanê yek ji wan bajaran e ku bi keç û xortên xwe yê ciwan gelê Kurd li dora xwe kir xeleka ji agir. Li hemberî hovîtî û barbariya DAIŞ’ê şer kirin, dîrok nivîsandin. Kobanê ya di nava mirovahî û cîhanê de deng veda, bi rengên xwe yên berxwedêr û serî netewandina li hemberî tarîtiyê bû hêviya tevahî gelên bindest. Hevrêya me Çîçek jî di temenê xwe yê ciwan de bi çavên xwe êrîşên qirkirinê û îmhayê yên li ser gelê me tên kirin, bi taybetî jî zîhniyeta dijmin di kûrahiya dil û mejiyê xwe de weke jinekê dît û soz da ku ji polîtîkayên dijminê qirker û faşîst re bersiveke pêwîst were dayîn. Hevrê Çîçek sala 2015’an tevlî nava refên şoreşê bû. Weke hevaleke ciwan ji roja tevlî bû û heta roja şehîd bikeve jî bi heman hêrsa tolhildanê di eniyên cengê yên herî pêş de cihê xwe girt. Heval Çîçek bi vê hişmendiyê her ku di şer de cihê xwe girt, ji nêz ve rastî û heqîqeta şerê tê meşandin nas kir. Weke jineke ciwan bi hevrêyên xwe re hevaltiyeke rast û durist meşand. Di warê bîrdozî û leşkerî de xwe perwerde kir. Di asta fermandariyê de erk û berpirsiyartî wergirt. Hevrê Çîçek bi hevaltiya xwe ya bêemsal ji bo derdor û hevrêyên xwe her tim bû çavkaniya hêz û jiyanê.

Hevrê Dilşêr ê ji bajarê Serê Kaniyê ye, di temenekî pir ciwan de ji nêz ve şerê di destpêka Şoreşê de li Serê Kaniyê hat meşandin û çeteyên xwînxar ên dixwestin bi kiryarên xwe yê dermirovahiyê li ser gel bidin ferzkirin, dît. Di aliyekî de berxwedan di aliyê din zîhniyeta tarî ya barbariyê hebû. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên barbar ên bi salan nekarîn vîna azad a gelê herêmê têk bibin sala 2019’an bi alîkarî û bêdengiya hêzên derve êrîşeke nemerdane li hember gelê me yê Serê Kaniyê meşandin. Hevrê Dilşêr li hember hovîtî û barbariyê, berxwedan hilbijart. Çawa dagirkeran Efrîn, Serê Kaniyê û Girêspî dagirkirin, êdî ji bo hevrê Dilşêr her der bûn qadên têkoşînê ku karibe tolê ji dijmin rake. Li ser wan esasan ji roja tevlî nava refên me bû û heya kêliya şehîd bikeve jî her bi wan xeyal û armanca, dagirker ji ser axa me were derxistin şerê xwe da meşandin. Di temenê xwe yê ciwan de erk û wezîfeyên jêre hatin diyarkirin bi awayekî serkeftî anîn cih. Li hember berpirsyariyan her tim bi zanist û bi rêz û nêz bû. Heya kêliya şehadetê jî bi lehengî li dijî dijmin şer kir û bersiva herî pêwîst careke din nîşanî dagirkeran da.

Hevrê Cûdî ji bajarê Efrînê ya di têkoşîna azadiya gelê me de bûye qada cengê û cengaweran e. Hevrê Cûdî jî yek ji wan cengaweran e yên ji vî bajarê derketine. Sala 2014’an di temenê xwe yê ciwan de berê xwe dide nava refên parastinê. Di gelek eniyên berxwedanê de li hemberî çeteyên hov şerê azadiyê dide meşandin. Hevrê Cûdî di pêngava rizgarkirina gundewarên Şehba û di heman demê de di şerê berxwedana serdemê ya Efrînê de bi çeka xwe ya sekvanî li eniyên şer, cihê xwe di sengerên parastinê de girt. Li hemberî teknîka herî pêşketî, berxwedaniyeke bêhempa bi hevalên xwe re da meşandin. Hevrê Cûdî jî wek hevrêyên xwe piştî dagirkirina bajarên me têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran berdewam kir û ji bo bibe bersiveke rast ji demê re, gelekî hewl da. Li hemberî kiryarên dijmin ên li ser gelê me, di çalakiyên tolhildanê yên hêzên me de hevrê Cûdî rol û mîsyona xwe pêk anî. Hevrê Cûdî di nava hevrêyên xwe de bi taybetmendiyên xwe yên sade û mutewazî germahiya hevaltiyê xist nava dilê hevalan. Bi qehremanî û berxwedana pêş xist, di têkoşîna me ya azadiyê de remza xwe danî.

Ji bo vegera li Efrînê, gelek hevrêyên me ji bo rizgariyê xwe kirin xelat. Jinên ciwan ên ji deverên cuda hatin, dilsozî û girêdana xwe ya bi şoreşa Rojava re diyar kirin, hebûna xwe di nava refên şoreşê dîtin. Bi reng û awazên xwe yên heyî bûn remza pêşengtiya şoreşa gelan. Hevrêya me Jiyan Efrîn jî piştî bajarê Efrînê hate dagirkirin, ji bo ji gelê me yê Efrînê re bibe bersiv weke gelek jinên qehreman, da şer şopa Avesta û Barînan. Tevlî nava refên HRE bû, weke jineke ciwan bi pîvan û mibdeyên xwe yên heyî bi hevaltiya xwe ya jidil, xwe di nav Tîma Şehîd Avesta de bi rêxistin kir û di gelek çalakiyên heyî de bêyî astengiyan ji xwe re derxe, bi awayekî fedayî ket nava şer. Ji bo tola hevrêyên xwe û gelê xwe ji dijmin rake ked û fedakariyeke mezin mîna hevrêyên xwe da raberkirin. Di nava jiyan û pratîka lê mayî de hevrêya me Jiyan weke navê xwe bi hezkirina xwe ya ji jiyanê re, bi hurmet, mutewazî, cesaret û hevaltiya xwe têkoşiya. Tevî birîndariya xwe jî li ser rûyên wê her tim coş û kelecana girêdana bi armancê û xeyalê azadiya gelan û tevahî jinên kole têkoşiya û şerê xwe yê azadiyê meşand. Heya kêliya şehîd bikeve jî li hemberî ti astengiyên jiyanê serî netewand.

Agahiyên nasnameyên hevrêyên me wiha ne:

Nasnav: Cûdî Reşo
Nav û Paşnav: Hemîd Reşo
Navê Dayikê: Zeyneb
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024

Nasnav: Çîçek Kobanê
Nav û Paşnav: Sewsen Berket
Navê Dayik: Fatma
Navê Bav: Hisên
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024

Nasnav: Dilşêr Serê Kaniyê
Nav û Paşnav: Ebdilrehman Sofî
Navê Dayik: Minewer
Navê Bav: Fûad
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024

Nasnav: Cûdî Gabar
Nav û Paşnav: Cemîl Sileman
Navê Dayik: Zeyneb
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024

Nasnav: Jiyan Efrîn
Nav û Paşnav: Roşîn Mihemed
Navê Dayikê: Zeyneb
Navê Bav: Silêman
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024

Hêzên Rizgariya Efrînê
2’yê Sibata 2024