Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Şervanê me ‘Seqman’ şehîd bû

  • February 4, 2024

Şervanê me ‘Seqman’ şehîd bû

Dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê hîna jî êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di êrîşên xwe de balafirên bêmirov, çekên giran, tank, moşek û çekên din bi kar tînin, da ku ewlehî û îstîqrara herêmê tevlihev bikin.

Lê şervanên me li hember tevahî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê disekinin, da ku parastina xelkê herêmê ji êrîşên dagirkeriyê bikin. Di eniyekî Minbicê de şervanê me Seqman ê ji Hêzên Cebhet El Ekrad ên girêdayî hêzên me di bersivdana êrîşên dagirkerî û çeteyên wê de şehîd bû.

Hevrêyê me şehîd tevlî Hêzên Cebhet El Ekrad bû, tevlî gelek dewreyên leşkerî bû. Di perwerdeyan de pisporên şer wergirt, beşdarî gelek hemleyên leşkerî yên li dijî rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst bû û berxwedaneke mezin tevî hevrêyên xwe raber kir.

Em sersaxiyê didin malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên xwe, em ê armancên şehîdan ên rizgarkirina herêmên dagirkirî pêk bînin û parastina ewlehiya xelk û herêmên xwe bikin.

Nasnameya Şehîdê Me Wiha ye:

Nasnav: Seqman
Nav û paşnav: Hêlan Cilwî El Ferîc El Selame
Navê dayikê: Betle
Navê bav: Cilwî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Meskenê
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Erîma – 02.02.2024

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

04.02.2024