Roja Înê ya borî, pênc şervanên me di êrîşeke xayinane û tirsonek de, ku ji aliyê kirêgirtiyên rejîma Sûriyeyê ve li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatibû pêkanîn, şehîd bûn:
1- Jakdar/Ebdullah Mûsa El-Ebdullah,
2- Kara/Uday Beşîr El-Fethî,
3- Şerabî Hesekê/Uday Selman El-Îbrahîm,
4- Seqr/Heweş Cemîl El-Casim û
5- Senad/Xalid Mihemed El-Mer’î.
Her wiha şervanê me Mexwar/Elî Hesen Ehmed jî li Minbicê, di dema bersivdayîna êrîşên hêzên dagirker ên Tirk de şehîd ket.
Ev êrîşên kujer ên ku ji aliyê rejîm û kirêgirtiyên wê ve bi hincetên xapînok hatine pêkanîn û bûne sedema şehîdbûna gelek heval û sivîlên me. Em ê van êrîşan bêbersiv nehêlin. Hêzên me bi biryar in ku sûcdaran bi cezayên herî giran ceza bikin û li pey kirêgirtiyan bin li ku derê bin jî.
Em sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbatên şehîdan dikin û soz didin ku xwîna wan bi valahiyê neçe û em ê dawî li kirêgirtî û xiyaneta dijminan bînin.
Nasnameya Şehîdan Wiha ne:
Nasnav: Mixwar
Nav û paşnav: Elî Hesan Ehmed
Navê dayikê: Edole
Navê bav: Hesan
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hiwêce Elawî/1996
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-09.02.2024
***
Nasnav: Çekdar
Nav û paşnav: Ebdullah Mûsa El Ebdullah
Navê dayikê: Sûriye
Navê bav: Mûsa
Cih û dîroka jidayikbûnê: Tebqa/2003
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024
***
Nasnav: Kara
Nav û paşnav: Udey Beşîr El Fethî
Navê dayikê: Malke
Navê bav: Beşîr
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Seilo/2004
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024
***
Nasnav: Şerabî Hesekê
Nav û paşnav: Udey Selman El Îbrahîm
Navê dayikê: Besme
Navê bav: Selman
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-Xişman/2006.
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024
***
Nasnav: Seqir
Nav û paşnav: Hewaş Cemîl El Casim
Navê dayikê: Emşe
Navê bav: Cemîl
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-El Mohesen/1963
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024
***
Navnav: Send
Nav û paşnav: Xalid Mihemed El Mirî
Navê dayikê: Selwa
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Tebqa/2000
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024
Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk
11.02.2024
















