Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Category: Uncategorized

  • March 23, 2020

Şervanê me Zinar Amed di Qonaxa Duyemîn ya Berxwedana Efrînê de şehîd ket

Di roja 9’ê Adarê de şervanê me Zinar Amed di Qonaxa Duyemîn ya Berxwedana Efrînê de şehîd ket. Hevrê Zinar, li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Di berxwedana me ya li hember dagirkeriyê de bi sekna xwe ya têkoşer rolek girîng lîst. Li hember her cûre tehekûm û […]

  • March 23, 2020

Em hevrê Şoreş Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Di 21ê Adarê de şervanê me Şoreş Efrîn, di qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê de şehîd ket. Hevrê Şoreş Efrîn, li Efrînê di nava malbatek welatparêz de ji dayîk dibe. Di têkoşîna me ya li hember dagirkerî û qirkirinê de hetanî kêliya dawî cihê xwe girt, bû şervanekî rûmetê. Hevrê Şoreş, ji şoreşa azadî û […]

  • March 18, 2020

Em ê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

Dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên dagirkirinê û qirkirinê li hember destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê yên ku bi berdelên mezin hatine bidestxistin didomîne. Bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê li ser herêmê gihand asta herî dijwar. Di pêşengtiya hêzên me yên parastinê YPG, YPJ […]

  • March 12, 2020

Em du şehîdên xwe yên Berxwedana Serdemê bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalên me Êrîş Efrîn û Gîvara Efrîn di Berxwedana Serdemê de li hember dagirkerî û qirkirinê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şer kirin û şehîd ketin. Rêhevalê me Êrîş Efrîn li herêma Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Bandora şoreşa azadiyê ji nêz ve hîs kir û tevlî refên […]

  • March 5, 2020

Şervanê me Serhildan Sason li Efrînê şehît ket

Di 3’yê Adarê de şervanê me Serhildan Sason di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de li Efrînê şehît ket. Hevrê Serhildan, di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di têkoşîn û berxwedana me ya li dijî dagirkeran de bi şervantiya xwe roleke girîng lîst. Li dijî dagirkerî, qirqirin û her cure paşverûtiyê bi hêrseke […]

  • February 26, 2020

Şervanê me Dilşêr Kefer Nasih, di encama êrîşeke dagirkeran de şehîd ket

Roja 24’ê Sibatê şervanê me Dilşêr Kefer Nasih, di encama êrîşeke artêşa dagirker û çeteyên wê de şehîd ket. Hevrê Dilşêr, di nava malbatek Ereb de ji dayik dibe. Di têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriyê de cihê xwe girt, bû şervanekî rûmetê. Hevrê Dilşêr, ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Ereb û Kurd bawer […]

  • February 2, 2020

Li Şehbayê 22 dagirker hatin kuştin, 3 şervanên me şehîd bûn

Di roja 1‘ê Sibatê de artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi navê Sûltan Mûrad, Cebhe El-Şamiyê û Ehrar El-Şam bi piştgiriya çekên giran êrîşek bejahî birin li ser gundê Til Rîhal û Girê Radar yên bi ser herêma Şehba. Di encamê bersivdayina hêzên me de êrîş hat şikandin. Di encama şer û […]

  • December 30, 2019

Em rêhevalên xwe Eynat Rojava û Ronî Cindirês bi bîr tînin!

Rêhevalê me Eynat Rojava di dîroka 1ê Kanûnê de û Rêhevalê me Ronî Cindirês di 20ê Mijdarê de di berxwedana qonaxa dûyemîn yê rizgarkirina Efrînê de li Efrînê şehîd bûn. Hevrê Eynat, di nava malbatekî welatparêz de li navçeya Mabeta yê bi ser Efrînê ji dayik bû. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a […]