Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

DAXUYANÎ

DAXUYANÎ

  • January 14, 2026

5 FEDAYIYÊN RUMETA MIROVAHIYÊ

Em fermandar û fedayiyên vê dozê Denîz, Hawar , Rojbin, Dilbirîn û Feraşîn dubare bi minnetdarî û rêzdarî bibîrtinin û soz didin Rêberê Rêberan, jinên ku seri netewandîn, egidên ku gav paşde ne-avêtin û qêrînênzarokên ku li Şêx Mesûd û Eşrefiyê dengên wan bilind dibûn; wê biryara wan biryara me be û heya em tola […]

  • December 10, 2025

Fermandara me Azadî Helepçe bû ji remza jina ku jiyana azad diafrîne

Her şehîdek felsefeya jiyana azade. Tovên jiyana azad ku bi salane li ser van axan bi destên keç û xortên serhildêr ve tên şitilkirin, her kêlî berdêlên giranbuhabi awayekî birûmet hêza wateyê diyarî gelan dike. Derwêş û Edûleyên hemdem bi şkandina hêzên tarî ve, ji bo înşa kirina jiyana wekhevû bi edalet bi salane di […]

  • December 10, 2025

Em rêhevalê xwe Fûat Mûstafa Sûltanî bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrêyê me Fûat Mûstafa Sûltanî di 9’ê Kanûna 2025’an dema tedawî didît şehîd bû. Rêhevalê me yê enternasyonalîst Fûat Mûstafa Sûltanî di sala 1988’an de li İran parêzgeha Şîraz navçeya Neyrîzê li nav  malbateke Faris de jidayik dibe.  Di ciwaniya xwe de ji aliyê rejîma sêdare ya İranê ve tê girtin û 3 salan di girtîgehê de dimîne. Piştî derketina […]

  • November 25, 2025

Em Fermandarê Efsanewî yê Berxwedana Kobanî, Hevalê Masîro Xabûr Bi Rêzdarî Bîr Tînin

Bi xemgîniyeke mezin me bihîst ku yek ji fermandarên efsanewî yên berxwedana dîrokî ya Kobanî û her wiha endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê heval Bedirxan Abo (Masîro Xabûr) gihaştiye şahadetê. Heval Masîro, ku di dema berxwedana Kobanî de hatibû Rojava, bi taktîkên xwe yên fermandariyê û ruhê xwe yê […]

  • November 18, 2025

Em hevriyê xwe Simko Dilpakê bi rêzdarî bi bîr tînin

Em hevriyê xwe Simko Dilpak bi navê xwe yê rast Diyarî Ehmed Hewla ku di 13’ê Mijdara 2024’an de di encama lêdana balafirê bêmirov ya bi çek a dewleta Tirk a dagirker de gihişt asta şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê şervanê xwe yê dilsoz Simko Dilpak; xwediyê keda salan […]

  • November 4, 2025

Em Heval Cemşîd Elî Esker, Fermandarê Berxwedana Kobanî bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin

Me bi xemgîniyeke kûr şehadeta hevalê xwe Cemşîd Elî Esker ku yek ji fermandarê pêşeng ê Berxwedana dîrokî ya Kobanî bihîst. Em Hevalê Cemşîd ku pêşengiya Berxwedana Kobanî kir û bû sedem ku ev berxwedan bigihêje asta cîhanî, bi rêzdarî bîr tînin. Em ji bo şehadeta Heval Cemşîd sersaxiyê ji hemû gelê xwe re, bi […]

  • November 3, 2025

Rêhevala me Zeynep Tekoşer ji xwe re xeta berxwedaniyê hilbijart û bû Beritana hemdemî

Rêber Apo; ‘’Dibêje Dara Şoreşê bi xwînê tê Avdan’’.  Her şoreşek peşengiya qehremanên gelan ve pêk tê. Îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê di hemû cihanê de di rengê jina azad ve têşe girtiye. Şoreşa Rojava di hûndirê xwe de ne tenê hebûna Kurd, Erep, Ermen û Durziyan, hebûna hemû gelên azadixwaz hildigre. Ji bo vê pergala […]

  • October 31, 2025

Em hevrêya xwe Arîn Serhed bi rêzdarî bi bîr tînin

Di her dever û bajarên welatê me de, cengawer û Rindexanên ku dîroka gelê xwe nûjen dikin, diwelidin. Ew jinên xwediyê dilên ji pola û bi evin in ku ji ber erkên xwe li hember welat nas kirin e, xwe kirine  canbexşên xakê. Carek din dîrok dibe şahidê kesayetên mîna çiyayên asê, kesayetên ku mîna […]

  • October 15, 2025

Wê eniyên berxwedanê tim lehengtiya hevalên me Çiyager û Egîd bi bîr bînin

Ji bo gelê me û raya giştî Du hevalên me yên Berxwedêr di berxwedana qeheremaniyê ku hêzên me li di demek berê li Bendava Tişrînê kir, şehîd bûn. Hevalên me destaneyên berxwedanê nivîsandin û berevaniyeke xurt di ber herêmên me de kirin, ewlehî û selamtiya gelê me parastin. Hevalê me “Çiyager Amara” muhra xwe li […]

  • October 15, 2025

Yek ji remzên şoreşa Rojava: Delîla Dêrsim

Gelê Kurdistanê di riya şoreşê de gelek ewladên xwe yên giranbûha û qehreman feda kirine û hina jî di heman rengî, gelek jin û mirxwazên vê xakê xwe feda dikin. Reberê gelê Kurd li ser pakrewanên piroz wiha dibêje,’’ Em şehîdan dispêrin dilê xwe naspêrin xakê’’. bi her şahadetekê re me sozek daye û em […]