Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Wê eniyên berxwedanê tim lehengtiya hevalên me Çiyager û Egîd bi bîr bînin

  • October 15, 2025

Wê eniyên berxwedanê tim lehengtiya hevalên me Çiyager û Egîd bi bîr bînin

Ji bo gelê me û raya giştî

Du hevalên me yên Berxwedêr di berxwedana qeheremaniyê ku hêzên me li di demek berê li Bendava Tişrînê kir, şehîd bûn. Hevalên me destaneyên berxwedanê nivîsandin û berevaniyeke xurt di ber herêmên me de kirin, ewlehî û selamtiya gelê me parastin.

Hevalê me “Çiyager Amara” muhra xwe li berxwedana Bendava Tişrînê hişt. Bi wêrekiyeke mezin li dijî hovîtiya çeteyan şer kir û di bersivana êrîşan û parastina gelê xwe de, erka xwe ya neteweyî û şoreşgerî bi dilsozî pêk anî. Di tevahiya dema di nava hêzên me de bû, dev ji eniyên berxwedanê berneda û bi têgihştin ,zanebûn û bi baweriya serkeftinê, şer kir.

Rihê neteweyî yê heval “Çiyager” ku ji malbata xwe ya welatparêz girtiye, hişt ku di demeke zû de tev li hêzên me bibe û kesayeta xwe bi pêş bixîne û di dawiyê de bibe fermandarekî şoreşger ê cuda. Hêza wî ya xebatê di hemû şert û mercên zehmet de hebû. Ev yek di beşdariya wî ya berxwedana Bendava Tişrînê de hat piştrastkirin. Ew yek ji pêşengên ku bi tevgera xwe ya bi lez û pêkanîna helwestên guncaw di her rewşekê de, dihat naskirin. Wî karîbû her qelsiyekê bike serekeftineke mezin.

Heval Çiyager bandor û guhertineke şoreşgerî ya mezin li hemû herêmên lê kar dikir, saz kir. Baweriya bi têkoşîn û şoreşê li cem hevalên xwe xurt kir. Her wekî pir bi rêya têkoşînê ya hêzên me ve pabend û girêdyî bû. Hevalê me yê şehîd exlaqê şoreşgerî yê dilnizim bi xwe re hilgirt. Bi rihekî şoreşgerî û bê dudulî, erk û berpirsiyartiyên xwe bi cih dianîn. Wî di kesayeta xwe de hezkirina zanînê û têkoşînê kom dikir. Ew rewşenbîr bû di asta ku rewş, geşedanên siyasî û leşkerî û rêveçûna wan şîrove dikirin. Kûrbûna wî di şêwazên taktîkên şer de xuya kir, vê jî hişt di gelek ezmûnan de bibe fermandarekî cuda. Şehdaeta wî êş û valahiyek li cem heval û hezkiriyên wî hiştin.

Her wiha wê eniyên Kobanê, Qamişlo, Şedadê, Tebqa, Dêra Zor û Bendava Tişrînê bi rêzdarî hevalê me yê şehîd Egîd Serhed bi bîr bînin.

Wê hevalên wî lehengtiyên ku di pêngavên rizgarkirinê ji rêxistina “DAIŞ” a terorîst û dewleta Tirk a dagirker bi bîr bînin.

Bi rengekî çalak beşdariyeke girîng di gelek şer û pêngavan kir û cihekî birûmet di nava gel û hêzên me de girt.

Hevalê me Egîd di parastina nirxê gelê xwe û rûmeta wî de, pêşeng bû. Wî karîbû derbên xurt li rêxistina terorîst bixîne û ji serkeftinekê biçe yek din. Ji ber baweriya wî bi şoreşm têkoşîn û wêrektî û germbûna wî di şer de, ev yek derbasî nava hevalên xwe jî kir. Gropa ku wî pêşengtiya wê dikir, tim li pêş bû û serkeftinên mezin di pêngavan de bi dest xistin.

Hevalê me Egîd di Berxwedana Kobanê de birîndar bû, lê bandor li asta berxwedana wî nekir, berovajî, baweriya wî bi serkeftinê zêdetir kir. Bi rastî jî li Kobanê wî û hevalên xwe ev yek pêk anî û rêxistina terorîst têk bir û ji wir de destpêka bidawîkirinê dest pê kir. Li kêleka sebir û aramiya wî, ew wekî topeke ji çalakbûn û aktîvbûnê bû. Te ew didît ku ji cihekî diçû yekî din. Bi zîrekiya xwe bi pêş diket û hevalên xwe ji êrîşên dijmin diparstin û binketin qebûl nedikir. Hevalê me Egîd girêdan û têkîliya xwe ya bi gel re parast. Ji pêwendiya bi derdora xwe qut nebû. Ji ber ew di wê baweriyê de bû ku çi tevgerek ji gelê xwe qut bibe, ew bi ser nakeve.

Berdêlên hevalên me wekî Çiyager û Egîd, wê tim rênîşana xebata me bin. Em hêzê ji wan digirin da ku di têkoşîn û bilindkirina ala berxwedanê berdewam bikin. Em bi hemû hêza xwe têbikoşin da ku hêvî û omîdên wan bi cih bînin. Çirûsa Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roj li dû rojê bi saya berdêlên hevalên me yên berxwedêr, bi hemû hêza xwe dewam dike.

Em sersaxiyê ji xwe û malbatên herdu şehîdan û tevahiya malbatên şehîdan re dixwazin. Di heman demê de em sersaxiyê ji gelê xwe re jî dixwazin. Em soz didin wan ku rêya şehîdên xwe dewam bikin û daxwazên gelê xwe yên azadî û parastina ewlehî û selamtiya wî, misoger bikin.

Nasnameyên Şehîdan:

Navê Tevgerî: Çiyager Amara

Nav û Paşnav: Aslan Kutlu

Navê Dayîkê: Ferîde

Navê Bav: Ismaîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê – Riwêşid – 26 Sibata 2025

Navê Tevgerî: Egîd Serhed

Nav û Paşnav: Ehmed Oymak

Navê Dayîkê Emîne

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrînê – 24 Çile 2025

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

15/Cotmeh/2025