Di pêvajoya berxwedaniya bêhempa yê Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaxê û Dêrî Hafirê de, di wan dem û kêliyên dîrokî de, rûpelên efsaneyên serdemê pel bi pel bi çîrokên lehengan û fermandartiya demê dihatin dagirtin. Di wê berxwedaniyê de bi dehan fermandar û şervanên leheng heya hinaseyên xwe yê dawî şer kirin û gihan asta şehadetê. […]



















