Bi serbilindî, em şehadeta hevrêyê xwe yê têkoşer Egîd Gabar / Mahsûm Taner ji gelê xwe û malbata şehîdan a welatparêz re radigihînin. Hevrêyê me di dema li gundewarên Rojhilatê Dêra Zorê, bersiv dida êrîşeke xedar a şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst di dîroka 16’ê îlona 2025’an, bi serfirazî dighêje şehadetê.
Şehîd Egîd di salên dirêj ên jiyana xwe di nava şoreşê de, bû stûneke bingehîn di nava stûnên têkoşîna gelê me de û semboleke ji welatparêziya kûr re. Ew lawê malbatekê ye ku bi hevaltî û welatparêziya xwe tê naskirin. Şehîd Egîd ne kesekî ji rêzê de nava malbata xwe de bû, lê belê ew hem yek ji stûnên wê û hem jî berdewamiya nirxên yên bilind bû.
Ji çaxa xwe gihand refên şoreşê, Şehîd Egîd xwe tev li têkoşînê kir, di nava çeperên şer de digeriya û di beşa operasyonan de bû yek ji mejiyên perwerdeyê ye. Bi xurtî beşdarî pêngavên li dijî bermahiyên terorê bû û tê de jîrbûn û dijwariya xwe isbat kir. Tevî ku çend caran birîndar bû, lê belê îradeya wî hîna xurtir bû, nêrîna wî ya şoreşgerî di rewşên herî zehmet de, rê li ber hevalên wî ronî dikir.
Cudahiya Şehîd Egîd ne tenê hêza leşkerî û siyasî bû, lê belê dilnimzî û mirovbûna wî bû. Ew nêzî hevalên xwe bû, bi wan re tev li çalakî û pêkanîna armancan dibû, moralê wan bilind dikir û bawerî dida wan ku her çendî qurbanî û zehmetî hebin, wê serkeftin bi dest bikeve. Wekî çawa ji gelê xwe hez kir, bi qasî wê ji hevalên xwe jî hez kir. Di fedekariyê de, pêşeng bû û hertim xwe dida xetên pêş, bêyî ku guh li metirsî û xeteriyan bide.
Li her cihê ku lê kar kir, Egîd mohreke zelal li wir hiştiye: Wêrekiya li meydanê, dilsoziya xizmeta mirovan. Wî tu carî bêzarî yan veger nas nekir, lê hertim ji bo pêkanîna erka xwe ya niştîmanî û di rewşên herî zehmet de û li deverên herî xeter û dijwar, amade bû.
.
Şehadeta hevalê me Egîd, ne tenê windakirina hevalekî giranbuha tenê ye, lê belê ew windahiyeke mezin ji gel û hêzên me re ye. Xwîna wî ya pak û zelal wê ji bo me wekî ronahiyekê bimîne, mîrateya wî ya têkoşîne wê bibe çavkaniya hêza me heta ku serkeftin pêk were.
Em sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd re dixwazin. Em ji gelê xwe piştrast dikin ku em dilsozên daxwazên şehîdên xwe ne, em li ser rêya wan bimînin û armancên wan pêk bînin. Xwîna şehîdan emanetek di stûyê me de ye. Em soz didin ku bi avakirina siberojeke azad û bi rûmet ji gelê xwe re, em ê tola şehîdên xwe hilînin.
Nasnameya Şehîd:
Navê Tevgerî: Egîd Gabar
Nav û Paşnav: Mahsûm Taner
Navê Dayîkê: Fatima
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka şehadetê: Dêra Zorê – Di dema bersivana êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê – di dîroka 16’ê îlona 2025’an.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk
16 Îlon 2025
















