Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Hevrê Nûcan bi lehengî şehîd bû

  • October 10, 2025

Hevrê Nûcan bi lehengî şehîd bû

Di pêvajoya berxwedaniya bêhempa yê Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaxê û Dêrî Hafirê de, di wan dem û kêliyên dîrokî de, rûpelên efsaneyên serdemê pel bi pel bi çîrokên lehengan û fermandartiya demê dihatin dagirtin. Di wê berxwedaniyê de bi dehan fermandar û şervanên leheng heya hinaseyên xwe yê dawî şer kirin û gihan asta şehadetê.

Yara Mistefa bi nasnav Nûcan Gabar li warê têkoşerên hemdemî Efrîna bedew çavên xwe li jiyanê vekiribû. Hevrê Nûcan bi çanda kurdî yê resen di nava civaka xwe yê xwedî kok û dîrokeke kevnar de mezin bibû. Her ku mezin dibû jî, pere xeyalên azadiyê û têgihiştina azadiya welat mezin dibû û di naskirinê wê de kûr dibû. Ji ber welatparêziya malbatê hevrê Nûcan di zaroktiya xwe de şoreşê dinase û di dil û mejiyê wê de şoreş tê çandin. Du apên hevrê Nûcan, Rojhat Gabar û Çekdar Gabar di nava şoreşa azadiyê de cihên xwe girtibûn û bi qehremanî jî têkoşîn dan meşandin û şehîd bibûn. Ev li ser hevrê Nûcan bandoriya şorşgertiyê da çêkirin her wiha şerê Efrînê jî ji bo hevrêya me dibe xala dawî û ji dijmin re vê gava dagirkirinê nahêle û bi bandorbûyîna xwe ya ji Berxwedana Serdemê re, biryara jiyaneke nû dide û dibe yek ji şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê.

Piştî ku hevrê Nûcan tevlî dibe, bi dîtina perwerdeyên bîrdozî û leşkerî dibe yek ji şervanên jin ê herî jîr û xwedî kesayetek şareza. Di nava hevalên xwe de her pêşeng, dilnizim û wefadar dihat naskirin. Ew bi xwe jî jirêzêbûyîn ji bo xwe nedipejirand û her bi wê xwesteka xwepêşxistin û xwe zane kirinê jiyana xwe yê şoreşgerî dijiya. Kesayeta hevrê Nûcan xurt û pir pak bû, di hevaltî û têkiliyên xwe de xwedî pîvanên bilind bû. Li hember xeta Rêber Apo bi hizirandineke kûr û bi hestiyareke mezin nêzîkatî dida raber kirin û esareta Rêber Apo ti carî normal nedigirte dest. Xeyal û armancên hevrê Nûcan her ew bû ku Rêber Apo fîzîkî azad bidîta û ev mizgînî bigihanda tevahî azadîxwazan.

Weke bi hezaran hevrêyên xwe, heval Nûcan bi hestên tolhildanê û fedekariyê di nava şoreşê de bû xwedî gelek barên mezin. Herî dawî jî di nava berxwedaniya Bendava Tişrînê de bi rolên mezin leyîst û erkên xwe bi awayekî herî baş bi cih anîn. Di dîroka 13’yê Çileya 2025’an de dema ku hevrê Nûcan bi du hevalên xwe Têkoşer Efrîn û Xebat Baz re diçûn çalakiyê, di encama lêdana keşfa dewleta Tirkiyê ê dagirker de bi lehengî şehîd bûn. Navê wan bû navê berxwedaniyê û wiha ala serkeftinê li ser Bendava Tişrînê li ba bû û dengê azadiyê berbelavî cîhanê bû.   

Silav û Rêzên Şoreşgerî                  

10.10.2025      

Fermandariya Giştî Ya YPJ’ê