Em hevriyê xwe Sîdar Efrîn bi navê xwe yê rast Hisên Mihemed Nasiro ku di 17’ê Tebaxa 2025an de dema ku li ser erka xwe bû gihîşt asta şehadetê bi rêzdarî û hurmet em bi bîr tînin . Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê hevriyê xwe Sîdar Efrîn yê ku di ciwantiya xwe de tevlî nava refên azadiya rojavayê kurdistanê bû û di temenê xwe yê ciwan de erk û misyonên girîng girtin ser milê xwe û heyanî gihîşt asta şehadetê bê sekin û tebat erka xwe ya şoreşgerî bi temamî pêk anî , bi hurmet û minet darî em bi bîr tînin , ji gelê xwe yê welat parêz re û ji malbata hêja ya hevrê Sîdar re em sersaxî dixwazin û soza xwe ya tolhildanê û dewam kirina riya şehîdan nû dikin . Hevrê Sîdar li bajarê Efrîna berxwedêr li gundê Mîrkan ya girêdayî navçeya Mabeta di sala 1999 , an de ji dayik dibe, di nava malbeteke welat parêz de çavên xwe li dinyayê vedike , ji çûkaniya xwede bi çîrok û destanên qehremantiyê yên kurdî mezin dibe , lewra Hevrê Sîdar bi şoreşa Rojavayê kurdistanê bandor dibe û di temena xwe ya ciwantî de berî dide nava Refên rizgariya welêt û dest bi lêgerîna xwe yê azadiyê dike . Hevrê Sîdar di sala 2013 , an de li Çiyayên Kurmênc li bajarê Efrînê beşdarî tekoşîna azadiyê dibe , di akademiyên rêxistinî re derbas dibe û di warên bîrdozî , leşgerî , siyasî de perwerdeyan dibîne û xwe têde kor dike . Di sala 2016an de di dema pêngava rizgariya herema Şehba ji terora daişê de , hevrê Sîdar tevlî pêngava rizgariyê dibe û bi berpirsyariyek mezin erka xwe yê welat parêzî , şoreşgerî , insanî pêk tîne , her wiha dibe şahidê îcrama terora daişê ku çawa gelê şehba di qetlî aman û qirkirinê re derbas kirin û bi hevriyên xwere şerekî mirovî ji bo xelas kirina gel ji zilim û zordariyê didin meşandin , kêliyên serkeftinê bi tîpên zêrîn dinivsînin û ken û kêfxweşiyê li ser rûyê zarok , dayik û bavan didin avakirin .
Hevrê Sîdar di berxwedana dîrokî ya Efrînê de wek şervanekî wefadarê axa xwe , çeka xwe spart hembêza xwe , mil bi mil li kêlekî zarokên welatê xwe şerê rûmetê li dijî mitîngerî û dagirkeriyê yên ku dixwastin gel ji îradeyê tecrîd bikin , dîrok û çanda çiyayên Kurmênc tune bikin lê bi berxwedaniya gel û şervanên mîna hevrê Sîdar û bi hezaran hevalên şehîd ew pilanên qirêj hatin têk birin . Di herdû qonaxên berxwedana serdemê de mîna milîtanekî dil ji pola li kêlekî gel û hevriyê xwe sekinî û xwe kir mînakek ji fedekarî û dilsoziya dozê re, Hevrê Sîdar ji destpêka tevlîbûna xwe de û heya gihîşt roja şehadetê , bi dilnizmî , welat hezî û hevaltiya rast hate nasîn , şoreşgertiyek bê hempa ji bûna azadiya gelê xwe , welatê xwe , cih û warê bav û kalan meşand , navê xwe bi tîpên zêrîn û bi destê ku ji ked û êmekê westiyayî nivîsand .
Weke bi hezaran rêhevalên şehîd ên ku xwe kirin qurbanî ji bûna ku şoreşa Rojavayê kurdistanê bighêje armanca xwe , gelê kurd ji taritiyê derxistin û xwe kirin mûm û çira ta ku riya me ronî bikin , weke gulîlkên reng bi reng di bihara Rojavayê kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê de şîn hatin û hemû jiyana xwe fedayî doza pîroz kirin .
Di serî ji malbata xwe yê hêja re malbata hevrê Sîdar Efrîn û ji gelê me yê Efrînê re û tevahiya gelê kurdistana pîroz re em sersaxî dixwazin .
Weke hevriyên wî em soz didin ku emê ticar ji va tekoşînê gav şûnde navêjin , xewin û xeyalên hevalên şehîd ticar di nîvî de emê nehêlin , ji bo pêkanîna armancên wan bedelê wê çibe jî emê bê terdûd û dudilî pêk bînin , emê bibin layiqî ked û fedekariya rêhevalên xwe û asta tekoşîna xwe li hemberî dagirkeriyê mezintir û bilindtir bikin .
Nasnameya Rêhevalê me yê Şehîd wiha ye :
Nasnav : Sîdar Efrîn
Nav û Paşnav : Hisên Mihemed Nasiro
Navê Dayikê : Zêneb
Navê Bav : Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê : 17’ê Tebaxa 2025’an
Hêzên Rizgariya Efrînê
19 Tebaxê 2025