Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Fûat Mûstafa Sûltanî bi rêzdarî bibîr tînin

  • December 10, 2025

Em rêhevalê xwe Fûat Mûstafa Sûltanî bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrêyê me Fûat Mûstafa Sûltanî di 9’ê Kanûna 2025’an dema tedawî didît şehîd bû.

Rêhevalê me yê enternasyonalîst Fûat Mûstafa Sûltanî di sala 1988’an de li İran parêzgeha Şîraz navçeya Neyrîzê li nav  malbateke Faris de jidayik dibe.  Di ciwaniya xwe de ji aliyê rejîma sêdare ya İranê ve tê girtin û 3 salan di girtîgehê de dimîne. Piştî derketina ji girtîgehê dikeve nav lêgerîna şoreşgeriyê.  Di salên 2002-2007’an  di nav tevgerên çepgir ên Belûc de xebatên siyasî dimeşîne. Lê ev ji bo rêheval Fûat Mûstafa Sûltanî têrker nabe. Di salên borî de ji bo debara malê dema ku karê kolberiyê dike Tevgera Azadiyê dinase û tevlî xebatên tevgerê dibe. Bi nasîna hevalan re rêxistinê zûtir ji nêz ve dinase û perwerdeyan dibîne. Çend salan li bajarên İran bi taybetî li Tahranê gelek kar û xebatên rêxistinî dide meşandin.

Rêheval Fûad Mûstafa Sûltanî, piştî 3 salên kar û xebatên tevgerê ên di nav civakê de, di sala 2015’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Ew, azadiya gelê xwe yê hejar di azadiya gelê Kurd de dibîne. Lewra ji fikr û felsefeya Rêber APO gelekî bandor dibe. Di sala 2018’an de rêheval Fûad  berê xwe dide qada şoreşê, Rojava û yekser dikeve nav keda şoreşê. Di nav xebatên Tev-Dem, Saziya Malbatên Şehîdan, fermandariya yekîneyên leşkerî û xebatên Asayîşê de bi awayekî çalak kar û xebatan didomîne û berpirsiyariyên girîng hildigre. Rêheval Fûad Mûstafa Sûltanî bi tevlîbûna xwe ya bi moral ya jiyanê, ked û fedekariya xwe, dilpakiya xwe ya li hemberî rêhevalên xwe, ji bo rêhevalên xwe bû kesayetek mînak. Bi şahadeta rêhevalê xwe Fûad Mûstafa Sûltanî re, em soza pêkanîna avakirina netewa demokratîk didin ku ev xeyala herî mezin a şehîdê me bû. 

Di serî de em ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Fûad Mûstafa Sûltanî re û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Fûad Mûstafa Sûltanî

Nav û Paşnav: Resûl Tûde

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Silêmanî / 9’ê Kanûna 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10.12.2025