Bi xemgîniyeke mezin me bihîst ku yek ji fermandarên efsanewî yên berxwedana dîrokî ya Kobanî û her wiha endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê heval Bedirxan Abo (Masîro Xabûr) gihaştiye şahadetê. Heval Masîro, ku di dema berxwedana Kobanî de hatibû Rojava, bi taktîkên xwe yên fermandariyê û ruhê xwe yê şer pêşengiya pêşveçûna berxwedanê kir û bi fedakarî gelê me li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê parast. Îro, em ji bo şehadeta Heval Masîro, ku yek ji pêşengên berxwedana ku li seranserê bakur-rojhilatê Sûriyeyê belav bûye, sersaxiyê ji hemû gelê xwe, bi taybetî ji malbata Wî ya welatparêz a bi rûmet re dixwazin.
Hevalê Masîro Xabûr li gundekî navçeya Gever a Colemêrgê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hestên Wî yên welatparêziyê girêdayî hawirdora lê mezin buyî bi xurtî pêşketine. Ji ber ku malbata Wî rastî zilma dijmin hat, di temenê xwe yê ciwan de rastiya berxwedanê naskiriye. Ji ciwaniya xwe ya zû ve, sempatiyeke Wî ya xurt ji bo tevgera azadiya Kurd hebû. Piştî ku tevgera azadiya Kurd naskir, tevlî refên gerîla bû. Wî di şerê gerîla de bi salan ezmûneke şer a berfireh bi dest xist. Hem di şer de û hem jî di fermandariyê de jêhatî bû. Bi kesayeta xwe ya şerker ve hebûna xwe li çiyayên Kurdistanê dide diyarkirin. Bi şerê gerîla yê meşandî di serî de li Botan, Behdînan, Zagros, Qendîl, Bradost û Çiyayên Amanosê, ezmûneke berfireh bi dest xist. Ji bo parastina gelê me; li gorî pêdiviyên têkoşîna azadiya Kurd, li her derê bi awayekî çalak beşdarî hewldanên parastinê bû.
Bi “Bihara Erebî” ya ku di sala 2011an de dest pê kirî, li seranserê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêvajoyek şoreşgerî destpê kir. Komên çete yên cîhadîst, ku dixwestin şoreşa gel asteng bikin, bi taybetî êrîşî şoreşa Rojava kirin. Li gelek deverên ku Kurd lê dijîn, ji Efrîn, Kobanî, Heleb û heta herêma Cizîrê, komkujî hatin kirin. Piştî çeteyên Artêşa Azad û El-Nusra, êrîşên zêde yên çeteyên DAIŞê destpê kirin. Li hemberî van êrîşan li çar beşên Kurdistanê û cîhanê bertekên mezin hatin nîşandan. Bi taybetî ciwanên Kurd li hember van êrîşan bêxem neman û ji bo parastina gelê Rojava bi awayekî çalak seferber bûn.
Di sala 2013an de gefên mezin ên komkujiyên li ser gelê me zêde bûbûn û ji ber vê jî Hevalê Masîro bi komeke gerîlayan re ji çiyayên Amanos derbasî Efrînê bû û tevlî hewldanên parastina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bû. Bi saya ezmûna xwe ya dirêj a şerê li çiyayên Kurdistanê, heval Masîro pêşengiya şervanên YPG-YPJ kir. Piştî ku demek kurt beşdarî berxwedana berdewam a li Efrînê derbasî Kobanî bû. Ev dem, dema ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê dest bi tevgerînê kirî û gelek deveran dagir dikir bû. Ji destpêkê ve, heval Masîro beşdarî xebata ku di nav gelê Kobanî de yekîtî avakirinê bû û gel beşdarî xebatên parastinê kir. Wî bandor li her kesê ku bi wan re diaxivî, bi taybetî ciwanan bandor kir. Heval Masîro ne tenê bandor li gelê Kobanî, di heman demê de li gelek ciwanên li Bakurê Kurdistanê jî tesîreke mezin kir, wan teşwîq kir ku piştgiriyê bidin şoreşa Rojava. Wî her keîs, ciwan û mezin, li dora xwe kom kiribû, wan di milê parastinê de perwerde dikir û wan ji bo êrîşên dijminan amade dikir. Ji sala 2014an pê ve, çeteyên DAIŞ’ê pêşî hewl dan ku gundên Kobanî û deverên derdora wan dagir bikin. Di vê heyamê de, li deverên rojhilatê Kobanî yên wekî Sauma Sirînê, Tepe Sêvê, Gundê Kendalê û Gundê Bîrgulê şerên bênavber destpê kirin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî van deveran kirin, bi hêzên parastinê yên li van gundan koordîne dikir û li kêleka şervanan di eniyên pêş de cihê xwe girt, hevalê Masîro bixwe bû. Ne ji dûr ve, rasterast di nav şer de koordîne dikir. Bi vî awayî gelek êrîşên çeteyan têk biribû.
Çeteyên DAIŞ’ê, piştî ku di êrîşên destpêkê de derbeyên giran xwarin, di payîza 2014’an de êrîşên xwe jinûve destpê kirin. Vê carê, li Dibistana Serzorî û li Gundê Kopirilik, li dijî çeteyên ku navenda bajarê Kobanî hedef digirtin, rastî berxwedana bênavber a şervanên YPG-YPJ’ê hatin. Ev berxwedanên dîrokî, ku ji hêla heval Masîro ve dihatin koordînekirin, ji çeteyên DAIŞ’ê re nîşan dan ku berdêla êrîşa wan a li ser Kobanî dê giran be. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran endamên çeteyan, digel hemû tank, top û çekên din ên ku ji Iraq û Sûriyeyê desteser kiribûn, Kobanî dorpêç kirin û hedef girtin. Di wê demê de, heta hêzên navneteweyî jî li hember DAIŞ’ê di nav tirs û xofeke mezin de bûn. Bajarên li Iraq û Sûriyê, ku ji hêla deh hezaran leşkeran ve dihatin parastin, ji tirsan radestî çeteyên DAIŞ’ê hatin kirin. Wekî din, gelek dewletan bi taybetî dewleta Tirk her cûre piştgirî dan çeteyên DAIŞ’ê. Bi kêfxweşiya serkeftinê ya ku bi dest xistibû DAIŞ êrîşî Kobanî dikir. Lê Kobanî cihê şoreşa 19’ê Tîrmehê bû. Lewma ev êrîşên DAIŞ’ê tevahiya şoreşa Rojava dixist xeterê.
Li dijî êrîşên berfireh ên DAIŞ’ê, gelê Kobanî dê li kêleka şervanên YPG-YPJ’ê ya bi pêşengiya Fermandar Masîro tevlî berxwedanê bibûna. Tevî ku demek kurt bû jî, gelê Kobanî Fermandar Masîro naskir û li kêleka Wî li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek dîrokî da meşandin. Çeteyan tevahiya bajêr dorpêç kirin û bi hemû çekên xwe êrîş kirin. Li navenda bajêr şerên kolan bi kolan destpê kir. Li Girê Miştenûrê, ku cihê herî stratejîk ê Kobanî ye, şerên dijwar pêşketin. Di van êrîşên dijwar de; Heval Masîro bi moral û perspektîfên dida hêzên xwe, zexta psîkolojîk a dijmin şikand. Heval Masîro şêwaz û taktîkên çeteyên DAIŞ’ê zû fam kir û fêm kir ka çawa li dijmin bide. Her ku êrîşên çeteyan zêde dibûn, şervanên berxwedana Kobaniyê, bi pêşengiya Heval Masîro, bi nêzîkatiyek tîmê mobîl ji piştê ve dijmin dorpêçkirin û ji nişka ve li çeteyên DAIŞ’ê xistin û ew di şoqê de hiştin. Li ser vê bingehê, Wî bi nêzîkatiya hunermendekî, bi baldarî û bi êrîşên zirav zanibû derbên giran li çeteyan bide. DAIŞ’a ku êrîşî ku derê bikira digirt, li hemberî berxwedana Kobaniyê har bû û êrîşên xwe zêdetir kirin. Êdî di destê wan de bi tenê êrîşên xwekujî mabû. Tevî êrîşên xwekujî û digel hemû çekên di destê xwe de, xwestin berxwedana Kobanî bişkînin. Bi taktîkên şer ên pêşketî yên Fermandar Masîro, çeteyan derbên giran xwarin. Ew şerê ku, Serokwezîrê Tirk Erdogan digot; “Kobanî ket ha dê bikeve!” veguherî berxwedaneke mezin û Kobanî weke Stalîngrada serdemê navê xwe li dîrokê nivîsand.
Gelek şervan û fermandarên ku beşdarî berxwedana Kobanî bûn û gihîştin şehadetê, bi hev re li kêleka Hevalê Masîro şer kirin. Şivan Gever, Cemşît Elî Esker, Zehra Penaber, Çeko Amed, Diyar Bagok, Rêzan Amed, Dilgeş Gûzareşî, Cûdî Amed, Mazlûm Kobanî, Rustem Efrîn, Arîn Mîrkan û bi sedan şehîd û şervanên din ên qehreman, ku pir zêde ne ku meriv behsa wan bike, li kêleka Hevalê Masîro di berxwedanê de cihê xwe girtin. Bi saya berxwedana mezin a Kobanî, bi sedan demokratên şoreşger ji çar aliyên cîhanê tevlî têkoşîna azadiya Rojava bûn. Bi dehan ji wan di vê berxwedanê de şehîd bûn. Careke din, di rûpelên dîrokê de hate tomar kirin ku şoreş bi fedakarî û berdêlên mezin tê bidestxistin.
Di berxwedana ku bi pêşengiya Fermandar Masîro de pêşketî, gelek gerîla ji çiyayên Kurdistanê, herwiha şoreşgerên enternasyonalîst ji her çar beşên Kurdistanê, bi taybetî ji Bakurê Kurdistan û ji cîhanê ber bi berxwedanê ve herikîn. Bi berxwedana Kobanî re, şoreşa Rojava hemû sînoran derbas kiribû. Êdî tevahiya cîhanê behsa Kobanî dikir û bi berxwedana Kobanî cesaret girt û li dijî DAIŞê tevgeriya. Bi berxwedana Kobanî re, DAIŞ dest bi têkçûnê kir û ket pêvajoyek ku ber bi qedandinê ve diçû. Berxwedana Kobanî ne tenê ji bo Kurdistanê, di heman demê de ji bo giştî mirovahiyê veguherî şoreşek cîhanî. Li Kobanî, ne tenê pêşeroja gelê Kurd, di heman demê de pêşeroja tevahiya mirovahiyê li seranserê cîhanê hate rizgarkirin. Hevalê Masîro; serpêhatiyên xwe yên di şerê Kobanî de, tevî hemû bûyer û qehremanên wê, di pirtûkek du cildî de bi berfirehî vegotiye. Her bûyer û pevçûnek belgeyeke berxwedanê ya mîna romanekê ye û Hevalê Masîro rastiya wê bi awayekî nivîskî ji bo dîrokê hiştiye.
Berxwedana Kobanî, ku bi mehan dom kir, kolan bi kolan, avahî bi avahî berdewam kir. Heval Masîro ku li her eniya berxwedanê hebû, li kêleka hevalên xwe yên şer dixebitî. Ew ji şervanên xwe cuda nebû, di her kêliya şer de li kêleka wan radiwestiya. Piştî ku DAIŞ li navenda bajêr têk çû, Heval Masîro beşdarî koordînasyona êrîşa li dijî gundên Kobanî bû. Di dema operasyonan de, ku bi mehan berdewam kir, ew kêliyekê jî nesekinî. Heta ku çeteyên DAIŞ’ê ji her gundê Kobanî hatin derxistin, li eniya şer ma.
Piştî rizgarkirina Kobanî, Fermandar Masîro di pêngavên rizgarkirina Bendava Tişrîn û navçeya Sirrînê jî di nav koordîna şer de cih girt. Piştî demeke kurt bi rizgarkirina van deveran şûnde bajarên Eyn İsa û Gresipi jî dê ji çeteyên DAIŞ’ê bihatana rizgarkirin. Dîsa Heval Masîro van pêngavan koordîne dikir. Heval Masîro, ku li eniya Firatê serkeftinên mezin bidest xist, di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de beşdarî koordînekirina pêngavên Hol û Şedadê jî bû. Heval Masîro di vê pêvajoyê de, wek fermandarê tabûrên mobîl, gav bi gav li kêleka hemû şervanên xwe di şerê li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe girt. Heval Masîro, piştî ku bi ezmûna xwe ya fermandariyê ku derbên giran li DAIŞ’ê da, di mehên destpêka sala 2016’an de vegeriya çiyayên Kurdistanê.
Heval Masîro, bû yek ji fermandarên berxwedana şoreşa Rojava ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêş ket. Wî salên xwe yên dirêj ên şer û ezmûna fermandariyê veguherandibû felsefeyek jiyanê. Ew xwedî kesayetek serkeftî bû û li hemberî jiyan û xebatan bi nêzîkatiyeke cidî tevdigeriya. Di jiyanê de dilnizm bû. Ji gotinan zêdetir pratîkî tevdigeriya û qet ji kêleka şervanên xwe veneqetiya. Ew fermandarek ku di kêliyên herî dijwar de jî çareseriyan peyda dikir û qet dudilî jiyan nedikir. Di kêliyên her kesekî hêviya xwe wedakirî de jî; Heval Masîro qet dev jê berneda û li ser serkeftinê disekinî. Hevalê Masîro, her hevalekî/e ku pê re dixebitî di nav xebatê de cih dida, wan bipêş dixist û şêwazê fermandariya hevpar dipejirand. Ruhê berxwedanê yê Heval Masîro di bandorkirina gelek ciwanan taybetî ciwanên Kobanî de ji bo tevlîbûna têkoşînê gelekî bi bandor bû. Li her devera ku lê şer kir, Wî di dilê gelê Rojava de cih girt. Heval Masîro li her devera ku çûbû, bi taybetî li Kobanî şopek kûr hişt. Gelê me bi rêya Heval Masîro fêmkir ku fermandar û şoreşgerek divê çawa be û çawa bijî. Xwezaya Wî ya gelêrî her gav ew nêzîkî gel dihişt. Ew xwedî sekneke wisa xurt bu ku, siyaseta dijmin a ku Kurdistan bi sînoran parçe dike paşguh kir. Herwiha dema ku li deverên Bakur şer dikir, Wî sînor derbas kir û hat ku şoreşa Rojava biparêze. Her kêliya ku ew li Rojava bû, bê rawestan ji bo azadiya gelê me şer kir û bû xwedî kedeke mezin. Hevalê Masîro, di dema xwe ya di şoreşa azadiya Rojava de mîraseke têkoşîna bênavber ji me re hişt. Her fermandar û şervanekî/e YPG-YPJ’ê ku li kêleka heval Masîro şer kir û Ew nas kir, helwesta Wî ya şer û fermandariyê wekî mînak girt û têkoşîna me heta roja îro anîn. Yek ji afirînerê têkoşîna me ya îro, ku bi navê QSD’ê şênber bûye û li nav tevahî gelên Sûriyê belavbûye bêguman Hevalê Masîro bixwe ye. Li ser bingeha felsefeya berxwedana şoreşgerî ya Apociyan, hemû gelên Sûriyeyê di têkoşîna hevpar de cihê xwe girtin.
Heval Masîro Xabûr, fermandarê efsanewî yê şoreşa Rojava û berxwedana dîrokî ya Kobanî, mîraseke mezin a têkoşînê ji me re hişt. Îro, em li ser bingeha mîrasa ku şehîdên me ji me re hiştine têdikoşin. Bêguman em ê kevneşopiya berxwedanê ya ku Heval Masîro ji me re hiştiye heta dawiyê biparêzin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em azadiya gelê xwe bidest bixin. Em careke din soz didin ku em ê mîrasa berxwedanê ya hemû şehîdan ji me re hiştiye, di şexsê Fermandar Masîro Xabûr de heta dawiyê biparêzin.
25ê Mijdarê 2025 | Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel