Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em hevriyê xwe Simko Dilpakê bi rêzdarî bi bîr tînin

  • November 18, 2025

Em hevriyê xwe Simko Dilpakê bi rêzdarî bi bîr tînin

Em hevriyê xwe Simko Dilpak bi navê xwe yê rast Diyarî Ehmed Hewla ku di 13’ê Mijdara 2024’an de di encama lêdana balafirê bêmirov ya bi çek a dewleta Tirk a dagirker de gihişt asta şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê şervanê xwe yê dilsoz Simko Dilpak; xwediyê keda salan di nava dilê çiyayên kurmênc de yê ku bi xwîna xwe yê zelal destana serdemê di qonaxa duyemîn de nivîsand û bi cesaret û dilsozî, her kêlî ji jiyana xwe ji bo pêkanîna xeyalên hevriyên xwe yên ku di oxira Efrîneke azad û serfiraz de xwe feda kirin têkoşiya û bi ser bilindî gihişt pîroziya şehadetê, em bi hurmet û rêzdarî bi bîrtînin. Ji malbata hêja ya hevrê Simko Dilpak re û ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin û soza tolhildana hevriyê xwe û berdewamkirina riyan wan em nû dikin.

Rêhevalê me Simko Dilpak di sala 2001’an de li navenda berxwedanê navçeya Qendîlê li başûrê Kurdistanê di nava malbeteke welatparêz de ji dayik dibe, hevrê Simko ji temenê zaroktiya xwe de bi hestên xwe yên ji dil dibe aşiq û evîndarê welatê xwe, ji nêz ve berxwedana Rojavayê Kurdistanê û Çiyayên azad dişopîne û her roj hestên xwe yên welat hezî mezintir û bilindtir dibin. Hevrê simko hestên xwe dixe piratîk û berê xwe dide Rojavayê kurdistanê daku ew jî li kêleka zarokên welatê xwe tekoşîna azadiya gelan bide meşandin. Li Rojavayê Kurdistanê dest bi nivîsandina çîroka lehengiya xwe dike, û ji bo ku çand, dirok, û hebûna xwe nas bike û bibe bersiv ji dijminên xakê re hevrê Simko di perwerde û akademiyên bîrdozî û leşkerî re derbas dibe.Bi demê re xwe di her warî de bi pêş dixe û xwe dighîne asta fermandarê şer, her wiha li hemû bajar û heremên Rojavayê Kurdistanê kar û xebata xwe dide meşandin. Li her deverê navê xwe dineqişîne û di dile xelkên Rojava de cihekî xwe ava dike. Hevrê Simko bi doza gelê Efrînê yê mafdar bandor dibe û ji bo ku ew jî wek ewladekî Kurdistanê cihê xwe di tekoşîna rizgariya Herêma Efrînê de bigre, berê xwe dide nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê. Bi baweriyeke mezin di çeperên rûmetê de mil bi mil li kêleka hevrê û hogirên xwe, ji bo parastina gelê xwe yên ku her roj rastî êrîşên wehşî û nerewa yên dagirkeriyê dihatin cihê xwe digre. Di nava şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê de hevrê Simko Dilpak bi cesaret, hevaltiya xwe ya rast, welat perwerî û dilnizmiya xwe tê nasîn, û di berxwedana Efrînê ya dîrokî de navê xwe bi tîpên zêrîn di pirtûka destana serdemê de dineqişîne. Heya kêliya xwe ya dawî bi baweriya rizgariya xaka Efrînê tevdigeriya û di oxira pêkanîna van armancan de xwe kir mertal ji gel û welatê xwe re.
Kurdistana mezin her çendî dijminên Kurdan xwestin parçe bikin û bi her şêweyî hewldan gelê Kurd ji hev bidin qut kirin, lê belê di saya fedekariyên hevriyên şehîd mîna hevrê Simko û bi hezaran fedayiyên Kurdistanê de planên dijminan hatin têk birin, keç û xortên Kurdistanê li ser axa welatê xwe li çar parçeyan xwîna xwe rijandin û bi van fedekariyan dan îsbat kirin ku Kurd û Kurdistan yeke tu carî nabin parçe.

Di serî de ji malbata hêja ya hevrê Simko Dilpak re , ji gelê me yê welat parêz û bi taybet ji gelê me yê Qendîlê û başûrê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin. Em weke rêhevalên wî soza tolhildan û pêkanîna xeyalên hevriyên xwe yên şehîd nû dikin, ji bona Efrîneke azad û serfiraz û ji bona vegereke bi rûmet emê tekoşîna pîroz li hemberî dagirkerî û mêtîngeriyê ji herdemê bêhtir bilindtir bikin. Aramiya gelê me xeta me ya sor e, di çarçoveya parastina rewa de li hemberî hemû metirsiyan emê bibin bersiv û emê layiqî ked û fedekariyên rêhevalên xwe yên şehîd bin.

Nasnameya Rêhevalê me yê Şehîd Wiha ye :

Nasnav : Simko Dilpak
Nav û Paşnav : Diyarî Ehmed Hewla
Navê Dayikê : Xedîce
Navê Bav : Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê : 13’ê Mijdarê 2024 , Qonaxa Duyemîn ya Berxwedana Serdemê

Hêzên Rizgariya Efrînê
18’ê Mijdara 2025’an