Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Şehîdên Rizgarkirina Dêrazorê û Kobanê

  • March 5, 2018

Şehîdên Rizgarkirina Dêrazorê û Kobanê

Li Rojava û Bakurê Suriyê li dijî dagirkeriyê û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de çeteyên DAIŞ’ê 28’ê Sibatê êrişên berfireh li ser hêzên me kiribûn û ev êriş hatibûn şikandin. Di vê êrişê de 2 rêhevalên me li dijî çeteyan bi lehengî şerkirine û gihîştine şehadetê.

Herwiha artêşa Tirk a dagirker 3’ê Adarê gundê Zormixarê ya rojavayê Kobanê ye, bi çekên giran û bi obûs û hawanan çeperên hêzên me û malên sivîlan yekser hedef girtine û topbaran kirine. Di encama topbarana dagirkera Tirk de rêhevalekî me şehîd ketiye.

Em weke YPG û YPJ di kesayeta her sê şehîdên xwe de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên xwe yên şehîdan û tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Fedayî Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Xelîf

Navê Dayikê: Emşe

Navê Bav: Elawî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 28’ê Sibata 2018’an

Nav û Paşnav: Hemîdî Hicêcî

Navê Dayikê: Huriye

Navê Bav: Ebdulla

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 28’ê  Sibata 2018’an

Nasnav: Mazlum Ziravik

Nav û Paşnav: Mehmûd Şêxo

Navê Dayikê: Edle

Navê Bav: Mihemed Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dema Şehadetê: Kobanê / 3’ê  Adara 2018″

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 5’ê Adara 2018