Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em her 4 şehîdên xwe yên leheng bibîr tînin

  • March 6, 2018

Em her 4 şehîdên xwe yên leheng bibîr tînin

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de operasyonên pajijkirina çeteyên DAIŞ’ê yê deverên Dêrazorê bênavber berdewam dike. Di roja 28’ê Sibatê de şer û pevçûnên ku di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de derketibû 3 rêhevalên me li hember çeteyan bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Her wiha rêhevalekî me sala 2013’an li Tirbesipiyê li dijî çeteyên El Nusra şer kiribû û şehîd ketibû aşkere dikin. Ji ber derengbûna şehadeta rêhevalê me serî de malbata şehîd û gelê xwe re lêborînê dixwazin.

Her sê rêhevalên me Goran, Welîd û Zagros ku ji bajarê Şedadê ne û eslê xwe Ereb in, bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrazorê re tevlî nav refên YPG’ê bûne. Bi naskirina fikra azad re bi armanca avakirina yekîtiya di navbera gelên herêmê û li hember tarîtiya ku bi salan li ser wan hikûm kir serî hildan û berê xwe dan çeperên berxwedanê yê Dêrazorê. Di hêza ku li perwerdeya bîrdozî girtin û xwe ji her şert û mercê re amade kirin, di her kêliya jiyanê de dan nîşandan û bûn sembola yekîtiya gelan.

Rêhevalê me Zana ku ji Bakurê Kurdistanê ji bajarê Wanê ye û malbateke welatparêz de mezin bûye. Herêma Serhedê a ku çand û feraseta Kurdayetiyê hertim parastiye û di dîroka xwe de hertim bûye qada berxwedanê rêheval Zana li vê herêmê bi vî çandî mezin bûye û pêçandiye. Dema ku çeteyên Cebhet El Nusra bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker sala 2013’an êrişê xaka Rojava kir, li ser esasê welatparêziyê berê xwe da qada berxwedanê a şoreşa mirovahiyê a Rojava. Rêheval Zana ji bo parastina nirxên şoreşê bi ked û fedakariya xwe li hember dijminên mirovahiyê şer kir û tevlî karwanên nemiran bû.

Em her 4 şehîdê xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazin. Em soz didin ku tekoşîna wan a li hember dagirkeriyê dane ber bi serkeftinê bibin heya dawiyê têbikoşin.  

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Goran Şedadê

Nav û Paşnav: Leys El Îsa

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 28’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Welîd Şedadê

Nav û Paşnav: Mihemed El Îsa

Navê Dayikê: Cahra

Navê Bav: Hemîd

Cihê Jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 28’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Zagros Şedadê

Nav û Paşnav: Hisên El Rîme

Navê Dayikê: Henûf

Navê Bav: Mexlef

Cihê Jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 28’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Zana Wan

Nav û Paşnav: Zafer Agcakaya

Navê Dayikê: Narinc

Navê Bav: Hudeyda

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Cih û Dema Şehadetê: Tirbesipiyê / 19’ê Cotmeha 2013’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 6’ê Adara 2018