Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de di dîroka 2’ê Sibatê de li Dêrazorê hêzên me li ser çeteyên DAIŞ’ê operasyon lidarxistibûn. Di encama van operasyonan de 2 rêhevalên me bi lehengî şerkirine û gihîştine şehadetê.
Rêhevalên me Kamuran û Cabir ji herêma Til Hemîsê gundê Xezayê ne. Her du rêhevalên me ku merivê hev in, hevaltiya wan ku ji zaroktiyê destpê kir piştî tevlîbûna nav refên YPG’ê berdewam kirine û heman rojê şehîd bûne jî ev hevaltiya xwe bêmirinî re tacîdar kirine. Ji bo rizgarkirina herêmê û avakirina pira di navbera gelan de bi rêhevalên xwe yê Kurd û enternasyonalîstan re li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û tevlî karwanên nemiran bûne.
Em weke YPG û YPJ di kesayeta rêheval Kamuran û Cabir de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em dibêjin serê her du şehîdên malbatê me û gelên me sax be. Em soz didin ku tekoşîna şehîdan ji xwe re esas bigrin da ku heya teror û dagirkerî li ser vê axê nemîne û serkeftinê bidest bixin, têbikoşin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Kamûran Xeza
Nav û Paşnav: Semî El Raxîs
Navê Dayikê: Menîfe
Navê Bav: Silêman
Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 2’ê Sibata 2018’an

Nav û Paşnav: Cabir El Raxîs
Navê Dayikê: Xezna
Navê Bav: Ebid
Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 2’ê Sibata 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9’ê Adara 2018