Rêhevalê me Îlan Kobanê îro li hemberî çeteyên dewleta Tirk a faşîst (çeteyên El-Nusra û El-Qaîde) ên ku êrîşî herêma Cindirêsê kirin, çalakiyeke fedayî pêk anî.
Çawa ku di berxwedana Kobanê de Arîn Mîrkan û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de rêhevala me Avesta Xabûr, bi çalakiyên xwe bûne rihên serkeftinê, hevalê me Îlan Kobanê jî bû şopdarê wan ê serkeftinê.
Rêhevalê me Îlan Kobanê careke din îsbat kir ku bi rihê azadiyê, bi bîr û bawerî li hember dijmin sekinandin, xeta serkeftinê ye. Rêhevalê me Îlan bi vê çalakiya xwe ya fedayî rihê demê û rihê serdemê jiyan kir. Em ê di şopdariya heval Îlan de serbikevin û dagirkeriya faşîzma Tirk têk bibin.
Nasnameya şehîdê me wiha ye:
Nasnav: Îlan Dara
Nav û Paşnav: Ehmed Elwelo
Navê Dayik û Bav: Remziye û Mehmûd
Cih û Dema Şehadetê: Çalakiya fedayî li Cindirêsê / 8`ê Adara 2018
Fermandariya Giştî ya YPG | 9’ê Adara 2018