Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Bi rihê rêheval Polatan em ê Berxwedana Efrînê serbixînin

  • March 12, 2018

Bi rihê rêheval Polatan em ê Berxwedana Efrînê serbixînin

Berxwedana  Serdemê ya Efrînê dikeve roja xwe ya 52’an de bi hemû dijwariya xwe didome. Di serî de berxwedana gelê Efrînê, Bakurê Suriyê û her çar perçe û gelê me yê dervê welat em berxwedana wan silav dikin. Ev 52 roje ku şervanê YPG û YPJ li çiyayên Kurmênc dimeşînin îro careke din xortekê çiyayê Kurmênc serkeftin misoger kir. Hevalê me Polat Efrîn yê ku îro çalakiya li gundê  Qizilbaş lidarxistî çawa ku Avesta Xabûr û Îlan Dara bûn pêşengên Berxwedana Efrînê hevalê me Polat jî tevlî karwanê pêşengtiya vê berxwedanê bû.

Ew ê YPG û YPJ vê berxwedanê  her roj bilindtir  bike. Ew ê her şervanek û fermandarekê me wê nehêlin dewleta Tirk a dagirker, El Nusra û DAIŞ li ser vê xakê dagirkeriya xwe pêk bine. Em hemû gelê xwe re dibêjin heya ku keç û xortê we ê ku wekî Avesta, Îlan û Polat hebe ew ê ti cara binkeftin nebe, hertim wê serkeftin hebe û ji bo xaka Efrînê jî em ê ne tenê parastina wê bikin, em ê dewleta Tirk  ya  dagirker derbixînin. Dibe ku dewleta Tirk a dagirker teknîk  û çeteyê xwe hebe  lê belê bila  ji bîr  neke yê me jî gelê me yê berxwedêr û qehreman heye û şervanên me yê wek Avesta, Îlam û Polat hene. Ji ber vê yekê serkeftina Berxwedana Efrînê misoger e û em ê nehêlin dewleta dagirker, El Nusra û DAIŞ li ser vê axê jiyan bikin. Di serî de em sersaxiyê ji malbata rêhevalê xwe Polat û hemû  gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin û bila serê gelê me saxbe. Em soza tekoşîn û berxwedanê li Efrînê bilind bikin, didin. 

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Polat Efrîn
Nav û Paşnav: Merwan Omer
Navê Dayik û Bav: Meryem – Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn- 12.03.2018/ Çalakiya Fedayî

Fermandariya YPG ya Efrînê | 12’ê Adara 2018