Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 10 rêhevalên xwe yên li Dêrazorê şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin

  • March 3, 2018

Em 10 rêhevalên xwe yên li Dêrazorê şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin

Pêngava Bagera Cizîrê a bi armanca rizgarkirina Dêrazorê bi pêşengtiya Hêzên Suriya Demokratîk(QSD) û YPG-YPJ hatibû destpêkirin bi dijwarî berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de roja 28’ê Sibatê çeteyên DAIŞ’ê êrişên berfireh li ser xalên hêzên me yên baskê Heqil Tenek kirin. Bi bersivdayîna hêzên me li hember êrişên çeteyan şer û pevçûn bi saetan domkir û êriş bi temamî hatin şikandin. Di şikandina êrişên çeteyan de 10 rêhevalên me bi lehengî berxwe dan û şehîd bûn.

Bi destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê a rizgarkirina Reqayê re tevlîbûna ciwanên pêkhateyên Ereb di nav refên YPG roj bi roj zêde bû, roja me ya îro li Dêrazorê gihiştiye lûtkeyê. Îro li Rojava û Bakurê Sûriyê li hember dagirkeran û çeteyên wê gelên herêmê yê Kurd, Ereb û pêkhateyên din bi pêşengtiya hêzên me li berxwe dide da ku armanc û xeyalên dijmin têkbibin. Her deh hevalên me jî ku Kurd û Ereb in, li ser heman bîr û baweriyê ji roja destpêkê heya dawiyê tevgeriyan û di her kêliya jiyanê de bûn mînak. Hêviya dagirkeran a ji nûve zindîkirin û xurtkirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê ev 10 rêhevalên me bi lehengî û berxwedaniya xwe hêviyên dijmin vala derxistin û rê nedan ku careke din li herêmê hêzên tarî serwer bibin.

Em weke YPG û YPJ di kesayeta 10 lehengên xwe yên Dêrazorê tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîrtînin. Em dibêjin serê malbatên şehîdên me û gelê me yê berxwedêr sax be. Em careke din soz didin ku heta xewn û xeyalên şehîdên xwe bicih bînin, em ê têkoşîna xwe heya dawî bidomînin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Dijwar Şedadê

Nav û Paşnav: Leys El Îsa

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018

Nasnav: Dilşêr Til Hemîs

Nav û Paşnav: Ehmed El Hesen

Navê Dayikê: Xemîse

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018

Nasnav: Kados Qamişlo

Nav û Paşnav: Hanî El Feran

Navê Dayikê: Xalya

Navê Bav: Îmad

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018

Nasnav: Leys Til Hemîs

Nav û Paşnav: Ezeldîn El Berho

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018

Nasnav: Leys Til Hemîs

Nav û Paşnav: Ezeldîn El Berho

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018

Nasnav: Qasim Mergeda

Nav û Paşnav: Hewaş El Ezba

Navê Dayikê: Sebha

Navê Bav: El Hemed

Cihê Jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 27 Sibat 2018

Nasnav: Qasim Mergeda

Nav û Paşnav: Hewaş El Ezba

Navê Dayikê: Sebha

Navê Bav: El Hemed

Cihê Jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 27 Sibat 2018

Nasnav: Sînor Qamişlo

Nav û Paşnav: Silêman Ibrahîm

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Xerîb

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018

Nasnav: Şêrhat Til Berak

Nav û Paşnav: Amir El Selîm

Navê Dayikê: Sebha

Navê Bav: Qasim

Cihê Jidayikbûnê: Til Berak

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018

Nasnav: Zagros Şedadê

Nav û Paşnav: Hisên El Rîma

Navê Dayikê: Henûf

Navê Bav: Mexlef

Cihê Jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 3’ê Adara 2018