Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê ( 22-23 Sibat 2018 )

  • February 25, 2018

Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê ( 22-23 Sibat 2018 )

Pêngava Bagera Cizîrê a bi armanca rizgarkirina Dêrazorê hatibû destpêkirin bi dijwarî berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de operasyonên li çeteyan ji aliyê hêzên QSD, YPG û YPJ tên lidarxistin de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê tê dayîn û pêşveçûnên şervanan li bejahiya Dêrazorê de roj bi roj zêde dibe.

Di dîroka 22 û 23’ê Sibatê de operasyonên ku li ser çeteyên DAIŞ’ê hatibû lidarxistin de 3 rêhevalên me li dijî çeteyan bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Em weke YPG û YPJ tevahî şehîdên xwe yên qehreman bibîr tînin û serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Li ser bingeha tekoşîna şehîdên me ji bo mayîndekirina şoreşê û azadiya gelan û welatekî azad biafrînin em ê heya dawî têbikoşin, soza xwe nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Devrim Cudî

Nav û Paşnav: Silêman Xelef

Navê Dayikê: Emşa

Navê Bav: Yusif

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 23 Sibat 2018

Nasnav: Dilêş Zagros

Nav û Paşnav: Kawa Elî

Navê Dayikê: Terfa

Navê Bav: Ebdilkerîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 22 Sibat 2018

Nasnav: Hemud Tirbesipiyê

Nav û Paşnav: Hemud Xelef

Navê Dayikê: Sara

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbesipiyê

Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 22 Sibat 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 25’ê Sibata 2018