Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrazorê bi awayekî dijwar berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de operasyonên hêzên QSD, YPG û YPJ li ser çeteyên DAIŞ’ê tên lidarxistin û di encama operasyonan de hêzên Pêngava Bagera Cizîrê li bejahiya Dêrazorê de pêş de diçin.
Li ser vî bingehê operasyonên ku li ser çeteyan hatibûn lidarxistin de 2 rêhevalên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Em weke YPG û YPJ di kesayeta her dû şehîdên xwe yên Dêrazorê tevahî şehîdên xwe yên qehreman bibîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin. Ji bo tevahî rizgarkirina herêmê ji çeteyan û dagirkeran heya dawî şer bikin û têbikoşin, me soza ku daye şehîdan û gelê xwe careke din nû dikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Akif Berxwedan
Nav û Paşnav: Ehmed Bûbî
Navê Dayikê: Xense
Navê Bav: Hemîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir
Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 17 Sibat 2018

Nasnav: Mazlum Cudî
Nav û Paşnav: Mehmet Selîm Yîgît
Navê Dayikê: Nadîre
Navê Bav: Hûseyîn
Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex
Cih û dema şehadetê: Dêra Zorê / 18 Sibat 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2018