Pêngava Bagera Cizîrê a Rizgarkirina Dêrazorê bi pêşengtiya Hêzên Suriya Demoqratîk (QSD) ku di nav de Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê jî cih digre û bi tevlîbûna şervanên YPG-YPJ roja destpêkê heya vê keliyê bênavber didome. Di çarçoveya pêngavê de bi taybetî di demên dawî de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatiye xistin û deverên girîng bajarokê El-Behra yê rojhilatê Dêrazorê hatiye rizgarkirin.
Li ser vê bingehê operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatine lidarxistin de 3 rêhevalên me li hember çeteyan heya kêliya dawî bi lehengî şer kirine û di rizgarkirina bajarokê El-Behra yê Dêrazorê de rolên girîng leyîstine, gihîştine şehadetê.
Em weke YPG û YPJ tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û serî da sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelên xwe re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nav û Paşnav: Ehmed El Zayit
Navê Dayikê: Wefa
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 17’ê Sibata 2018

Nav û Paşnav: Xazî El Ezawî
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Xenan
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20’n Sibata 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 22’ê Sibata 2018