Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrazorê ku bi pêşengtiya hêzên QSD, YPG û YPJ hatibû destpêkirin bi dijwarî berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de operasyonên ku li ser çeteyên DAIŞ’ê tên lidarxistin de 2 rêhevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Her wiha rêhevalekî me jî ku li Girêspî li ser erka xwe bû di encama qezayekî de şehîd ketiye.
Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên xwe yên qehreman bibîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Baran Welat
Nav û Paşnav: Beşar Yusif
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Yusif
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û dema Şehadetê: Dêra Zor / 15 Sibat 2018

Nasnav: Kendal Kobanê
Nav û Paşnav: Şahîn Seîdo
Navê Dayikê: Edla
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî
Cih û dema Şehadetê: Girê Spî / 14 Sibat 2018

Nasnav: Polat Eyn Îsa
Nav û Paşnav: Mitab El Kurdî
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ubeyd
Cihê Ji Dayikbûnê: Eyn Îsa
Cih û dema Şehadetê: Dêra Zor / 7 Sibat 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19’ê Sibata 2018