Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê

  • April 7, 2018

Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê

Berxwedana Serdemê ya li hember artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst yên girêdayî wê, di pêşengtiya YPG-YPJ’ê de didome. Di berxwedana ku 78 rojan li pey xwe hişt de, bi têkoşîna ku raber dikin hêzên me îspat kirin ku dagirkerî nikare di axa Efrînê de bijî. Bi dehan hevrêyên me yên wek Avesta, Îlan û Polat bi xwîna xwe destnîşan kirin ku ev berxwedana li hember mêtîngeriyê tenê bi rihê fedayî pêkan e.

Rêhevalên me Berxwedan Kanîreş, Botan Cizîr, Cemal Tolhildan, Deniz Kawyan Amed, Fîdan Engîn Garzan, Murat Qamişlo û Şiyar Cûdî li ser vê xeta fedayî heya dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin û gihîştin şehadetê. Heft rêhevalên me yên ku di cîh û dîrokên cuda de şehîd ketine, yek bi yek bûne mînakên berxwedêriya lehengane. Ji van hevalên me Botan Cizîr û Deniz Kawyan Amed yên ku di qadên xwe de erka fermandariya şer girtibûn ser milên xwe derbên giran li dagirkeriyê dan.

Ev heft rêhevalên me yên bi xak, welat û gelê xwe ve heya mirinê girêdayî, raber kirin ku têkoşîna bênavber û girêdan wê çawa be û çawa bê jiyin.

Em weke YPG û YPJ di şexsê şehîdên fermandar Botan Cizîr û Deniz Kawyan Amed de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Efrînê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Bi girêdana bîranînên wan û bilindkirina têkoşînê û em soza şer ya heya ku yek çete û leşkerek artêşa dagirker di xaka me de nemîne dubare dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Berxwedan Kanîreş

Nav û Paşnav: Yasîn Açsuy

Navê Dayikê: Zeytîn

Navê Bav: Ebdulrehman

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şiyê – Gundê Senarê/ 26 – 27’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Botan Cizîr

Nav û Paşnav: Mazlum Bayar

Navê Dayikê: Fehîme

Navê Bav: Abdulah

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şiyê – Gundê Senarê / 26 – 27’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Cemal Tolhildan

Nav û Paşnav: Ozan Înce

Navê Dayikê: Melîke

Navê Bav: Mehmetşah

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco – Gundê Moseka / 23’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Denîz Kawyan Amed

Nav û Paşnav: Dîlan Burun

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Hesen

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Bilbilê – Gundê Kurzêlê / 11’ê  Adara 2018’an

Nasnav: Fîdan Engîn Garzan

Nav û Paşnav: Mizgîn Alphan

Navê Dayikê: Muhbet

Navê Bav: Zekî

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Derwîş / 5’ê Adara 2018’an

Nasnav: Murat Qamişlo

Nav û Paşnav: Diyar Esman

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Omer

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco – Gundê Hecîka / 19’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Şiyar Cudî

Nav û Paşnav: Dawud Doş

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Silêman

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Adar 2018’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Nîsana 2018