Berxwedana hêzên me ya li hember hewldana dagirkirina Efrînê ya ji alî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didome. Li gel ku êrîşên qirker û mêtînger ên li dijî gelê me û li pêş çavên hemû hêzên navneteweyî û hemû mirovahiyê 82 rojan li pey xwe hişt, berxwedana lehengî ya hêzên me jî li hember vê didome. Berxwedana ku bi berdêlên mezin tê dayîn mînaka fedakariyeke mezin e. Sembola girêdana bi xak û gel re û herwiha hinceta bilindkirina têkoşînê ye.
Em nasnameyên 12 rêhevalên xwe yên ku di dîrokên cûda de li herêmên cûda yên Kantona Efrînê şehîd ketin bi raya giştî re parvedikin. Ev rêhevalên me li dijî êrîşên qirker yên dewleta dagirker ên li hember destkeftiyên Rojava û Bakûrê Sûrî bi heftiyan di şert û mercên herî dijwar de bûn perçeyek şerê giran, bi her awayî berdêl dan ber çavên xwe û bûn perçeyeke ji têkoşînê. Rihê fedaî û berxwedêriya ku di şexsê van hevalên me de xwe da der, sekna têkoşer û helwesta li dijî dagirkeriyê ya tevgera me careke din îspat kir. Berxwedana Serdemê ya ku di roja îro de hîn berdewam e, dibe navê hewldana layiqbûna mîrateya têkoşînê ya van 12 rêhevalên me. Ev rêhevalên me yên ku di qadên ku tê de bûn berpirsiyartiyên mezin girtin ser milên xwe, yên ku him fermandar û him jî şervanên qadê bûn, yên ku bi her awayî fedakartî raber kirin, bûn rimzên sekna mîlîtanî û wêrekiyê. Ji van rêhevalan Rojhat Gewda yê ku di qada ku lê bû erka koordînekirina şer girt ser milên xwe û weke fermandar tevlî berxwedanê bû. Ji roja yekem ya berxwedanê û vir ve di qadên herî zehmet têkoşîn meşand, bi sekna mînak û tevlîbûna bêfikar bû yek ji sembolên Berxwedana Serdemê. Heval Rojhat yê ku di hemû qadên Rojava û Bakurê Sûrî de têkoşîn meşand, li gelek deveran di operasyonên li dijî DAIŞ’ê de bi awayekî aktîf cîhê xwe girt. Heval Rojhat yê ku sekna xwe ya têkoşer û biryardariya xwe yek kêliyek bi tenê winda nekir, di dîroka 4’ê Adarê de li eniya Raco, dema ku weke fermandar di nav pevçûnan de cîhê xwe digirt, şehîd ket.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di şexsê ev 12 rêhevalên xwe yên ku şehîd ketin de hemû lehengên nemir yên Berxwedana Serdemê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi bîranînên wan re girêdayî bimînin, li mîrateya têkoşîna wan xwedî derkevin û li ser vê bingehê vê berxwedanê heya dawî bidomînin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Asmîn Kardox Goyî
Nav û Paşnav: Rehşan Ûrper
Navê Dayikê: Şarkiye
Navê Bav: Adil
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / 15’ê Adara 2018’an

Nasnav: Asrîn Cudî
Nav û Paşnav: Leyla Cavlak
Navê Dayikê: Zeynep
Navê Bav: Omer
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê – Gundê Miska Jor / 7’ê Adara 2018’an

Nasnav: Avesta Cudî
Nav û Paşnav: Halîme Acu
Navê Dayikê: Gulê
Navê Bav: Hecî
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Bilbilê – Gundê Bêlê / 12’ê Adara 2018’an

Nasnav: Axîn Viyan Întîqam
Nav û Paşnav: Esra Gûngormûş
Navê Dayikê: Çîgdem
Navê Bav: Abdulrezaq
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn – Mabeta / 15’ê Adara 2018’an

Nasnav: Brusk Tolhildan
Nav û Paşnav: Yûksel Er
Navê Dayikê: Mûzeyyen
Navê Bav: Ramazan
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco – Gundê Bilîlka / 1’ê Adara 2018’an

Nasnav: Ciwan Qamişlo
Nav û Paşnav: Mihemed El Ebasî
Navê Dayikê: Hewa
Navê Bav: Ebdilrehman
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Bilbilê – Gundê Qota / 10’ê Adara 2018’an

Nasnav: Destan Ciwana
Nav û Paşnav: Sevgî Denîz
Navê Dayikê: Sûnye
Navê Bav: Turan
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn – Raco / 26’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Elî Çîçek
Nav û Paşnav: Musa Koştî
Navê Dayikê: Gulseren
Navê Bav: Ibrahîm
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – Gundê Kîmarê / 20’ê Adara 2018’an

Nasnav: Herêm Faraşîn
Nav û Paşnav: Nacî Abo
Navê Dayikê: Hayat
Navê Bav: Seîd
Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê – Gundê Kefersefrê / 10’ê Adara 2018’an

Nasnav: Kawa Faraşîn
Nav û Paşnav: Cîhan Ertûş
Navê Dayikê: Sarya
Navê Bav: Selahadîn
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera / 4’ê Adara 2018’an
***

Nasnav: Rojhat Gewda
Nav û Paşnav: Fahrettîn Koç
Navê Dayikê: Antîka
Navê Bav: Cumalî
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco – Gundê Kura / 4’ê Adara 2018’an

Nasnav: Xebat Gabar
Nav û Paşnav: Azad Ergîn
Navê Dayikê: Pakîze
Navê Bav: Xalid
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Mabeta – Gundê Bedîna / 1’ê Adara 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11’ê Nîsana 2018