Di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de bi pêşengtiya hêzên me YPG’ê û YPJ’ê li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yê girêdayî wî berxwedaneke bêhempa hat nîşandan. Di qonaxa duyemîn ya berxwedanê de jî derbên giran li dagirkeran tên dayîn. Artêşa Tirk a dagirker serî de bi balafirên şer û her cûre teknîkên pêşketî û bi hezaran leşker û çeteyên xwe bi armanca dagirkirina axa Efrînê êriş kir. Li hember van êrişan hêzên me YPG’ê û YPJ’ê ji bo parastina xaka xwe ji roja destpêkê heya roja me ya îro berxwe didin da ku axa ku hatiye dagirkirin ji dagirkeran rizgar bikin. Bi dehan hevrêyên me bi riheke fedayî têkoşiyan û şehîd bûn.
Em îro nasnameyên 8 hevrêyên xwe ku li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin û gihîştin şehadetê ji gelê xwe re aşkere dikin. Weke YPG’ê û YPJ’ê di kesayeta şehîdên Berxwedana Serdemê de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û tevahî gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku em ê li mîrateya şehîdan xwedî derkevin û bîranîna wan bikin sedemê têkoşîna xwe.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Andok Amed
Nav û Paşnav: Yusuf Çelebî
Navê Dayikê: Hûlya
Navê Bav: Silêman
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Hec Xelîl / 4 Adar 2018

Nasnav: Aryen Koçer
Nav û Paşnav: Ceylan Kiziltepe
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Rifet
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 7’ê Adara 2018’an

Nasnav: Azadî Kurdistan
Nav û Paşnav: Zeynep Dînler
Navê Dayikê: Nura
Navê Bav: Vahap
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco / 26’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Botan Tute
Nav û Paşnav: Mizgîn Baran
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Elî
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / 15’ê Adara 2018’an

Nasnav: Delal Qoser
Nav û Paşnav: Mizgîn Toguç
Navê Dayikê: Şerîfe
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şiyê – Gundê Senarê / 27’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Serhed Kolo
Nav û Paşnav: Mustafa Kilinç
Navê Dayikê: Fethiye
Navê Bav: Kazim
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco – Gundê Hec Xelîl / 4’ê Adara 2018’an

Nasnav: Sîdar Şer
Nav û Paşnav: Nedîm Oner
Navê Dayikê: Aytan
Navê Bav: Şevket
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera / 4’ê Adara 2018’an

Nasnav: Şervan Urfa
Nav û Paşnav: Ehmed Kaplan
Navê Dayikê: Meyeser
Navê Bav: Emîn
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco – Gundê Kura / 4’ê Adara 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 16’ê Nîsana 2018