Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 5 şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi rêzdarî bibîr tînin

  • April 26, 2018

Em 5 şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi rêzdarî bibîr tînin

Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi pêşengtiya hêzên me YPG û YPJ li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi mehan dom kir û roja me ya îro jî çalakiyên cûrbecûr li dijî leşker û çeteyên dagirker tên lidarxistin. Çawa ku ji roja yekê li hember dagirkeriyê berxwedaniyeke bêhempa hat nîşan dan çalakiyên hêzên me yê qonaxa dûyemîn jî berdewamiya vê berxwedanê ye. Şervanên me li hember her cûre teknîka pêşketî bi yek ruhî û vîneke xurt têkoşiyane da ku ax û gelê xwe biparêzin. Tekoşîna li hember dagirkeriyê de bi dehan rêhevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine asta şehadetê.

Em îro nasnameyên 5 rêhevalên xwe ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê de gihîştine şehadetê ji gelê xwe re aşkere dikin. Her 5 rêhevalên me eniyên pêş yên şer de cihê xwe girtin, piştî pevçûnên giran di navbera hêzên me û dagirkeran de gihîştine şehadetê.

Rêhevalên me Avaşîn Adil, Enwer Cindirêsê, Sîpan Agirî, Viyan Sema û Zekiye Kobanê bi çanda welatparêzîyê mezin bûne bi şoreşa Rojava re bûne şahidên gelek berxwedanên vê şoreşê. Bi tevlîbûna nav refên YPG û YPJ’ê yê ve di berxwedana Serdemê ya Efrînê de berpirsiyartiyeke mezin girtin ser milên xwe û heya şehîd bikevin jî bi lehengî têkoşiyan e.

Em weke YPG û YPJ di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Me soza ku daye şehîdan û gelê xwe di şexsê 5 rêhevalên xwe yên şehîd de careke din nû dikin. Em serî de ji malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Avaşîn Adil

Nav û Paşnav: Îlham Elî

Navê Dayikê: Yazê

Navê Bav: Ebdulrehman

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê / Gundê Mişko

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Mabeta / Gundê Hebo / 20 Sibat 2018

Nasnav: Enwer Cindirêsê

Nav û Paşnav: Mihemed Omar

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Enwer

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn / Cindirêsê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şiyê / Gundê Mêserkê / 14 Adar 2018

Nasnav: Sîpan Agirî

Nav û Paşnav: Osman Osman

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mustafa

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / Gundê Uga / 20 Sibat 2018

Nasnav: Viyan Sema

Nav û Paşnav: Zelîxa Mihemed

Navê Dayikê: Melîha

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Dêwa / 12 Sibat 2018

Nasnav: Zekiye Kobanê

Nav û Paşnav: Dîlber Mislum

Navê Dayikê: Fadîle

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 7-8 Adar 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 26’ê Nîsana 2018