Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wî bi armanca dagirkirina axa Efrînê û deskeftiyên Şoreşa Rojava ku ev 7 sal in bidest xistiye tûne bikin dîroka 20’ê Çile ya 2018’an dest bi operasyona dagirkeriyê kir. Şervanên YPG û YPJ’ê ku pêşengiya vê berxwedanê kir bi dehan şev û roj bênavber li hember her cûre teknîkên pêşketî û bi deh hezaran leşker û çeteyên dagirkeran şer kirin. Di her eniya berxwedanê de şervanên me bi xwîna xwe destaneyan nivîsandin.
Di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de 7 rêhevalên me ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li berxwe dan û şehîd bûn, aşkere dikin. Rêhevalên me Berçem Girêspî, Berjîn Çiya, Çekdar Şêrawa, Mazlum Qamişlo, Rênas Hesekê, Rênas Qamişlo û Xabûr Firat ku her yekî di cihên cuda yên eniya şer de cihê xwe girt û li hember dagirkeran şer kirin, gihîştin şehadetê.
Em weke YPG û YPJ di kesayeta şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bibîr tînin. Em dibêjin serê malbatên me yên şehîdan û gelê me sax be.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Berçem Girêspî
Nav û Paşnav: Yemama Ocan
Navê Dayikê: Hewadis
Navê Bav: Xalid
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Baflonê / 3’ê Adara 2018’an

Nasnav: Berjîn Çiya
Nav û Paşnav: Zozan Bozan
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco / 4’ê Adara 2018’an

Nasnav: Çekdar Şêrawa
Nav û Paşnav: Ehmed Ebdo
Navê Dayikê: Fehîme
Navê Bav: Celal
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – Gundê Kîmarê / 15’ê Adara 2018’an

Nasnav: Mazlum Qamişlo
Nav û Paşnav: Yusif Elî
Navê Dayikê: Yusra
Navê Bav: Îhsan
Cihê Jidayikbûnê: Şam
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco / 4’ê Adara 2018’an
Nasnav: Rênas Hesekê

Nasnav: Rênas Hesekê
Nav û Paşnav: Kawa Kusa
Navê Dayikê: Sîham
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê – Gundê Kefersefrê / 10’ê Adara 2018’an

Nasnav: Rênas Qamişlo
Nav û Paşnav: Fewzî Yusif
Navê Dayikê: Sebah
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Bilbilê * Navbera gundên Sariya-Baxçe / 9’ê Adara 2018’an

Nasnav: Xabur Firat
Nav û Paşnav: Ocelan Ismet
Navê Dayikê: Hemîde
Navê Bav: Ismet
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – Gundê Kibêşînê / 15’ê Adara 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29’ê Nîsana 2018