Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em her du rêhevalên xwe yê şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin

  • April 3, 2018

Em her du rêhevalên xwe yê şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin

Di dîroka 26’ê Sibatê li bajarê Hesekê rêhevalê me Moro Hesekê encama nexweşiyeke giran de gihiştiye şehadetê. Her wiha rêhevalê me Quwetlî Hesekê ku li eniya Dêrazorê erk û peywirê xwe pêk dianî û mayinên ku çeteyên DAIŞ’ê hawirdorê Dêrazorê çandibû ji bo rakirina wan xebat dida meşandin. Di dîroka 1’ê Nîsanê encama pêlêkirina mayinekê çeteyan şehîd bû.

Em weke YPG’ê girêdayî bîranînên her du şehîdên xwe bimînin û armanc û xeyalên wan ji bo pêkbînin li hember dagirkeran heya dawî tekoşîna xwe bidomînin. Em di kesayeta Şehîd Moro û Şehîd Quwetlî de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Quwetlî Hesekê

Nav û Paşnav: Musa Ebdilxanim

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Ebid

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dema şehadetê: Dêra Zorê / 1’ê Nîsana 2018

Nasnav: Moro Hesekê

Nav û Paşnav: Xalid El Elî

Navê Dayikê: Redhe

Navê Bav: Xelef

Cihê jidayikbûnê: Şedadê

Cih û dema şehadetê: Hesekê / 26 Sibat 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 3’ê Nîsana 2018