Berxwedana Serdemê ya Efrînê ket roja 70’an û li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedana şervanan bênavber didome. Di vê 70’ê rojan de ne tenê dîroka şoreşa Rojava de di dîroka mirovahiyê de berxwedaneke bi vî rengî cara yekem li ser axa ku mirovahî çêbû, tê jiyan kirin. Pêşengên vê berxwedanê li hember balafirên şer û her cûre teknîkên pêşketî tenê teknîkên herî xwezayî yê bi dil û canê xwe li ber xwe dan û didin.
Rêhevalên me Kato Kurdo, Rêvana Rojava, Serhed Bakur, Sila Hejar, Xwînda Avaşîn û Yilmaz Beytuşebap di dîrok û cihên cuda yê Efrînê de li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê heya dawiyê şer kirin û gihîştin şehadetê. Berxwedana van 6 rêhevalan û bi sedan rêhevalên me yên qehreman mîrateyeke mezin ji bo pêşerojê hiştine da ku tekoşîna wan bighîje serkeftinê.
Em weke YPG û YPJ di kesayeta şehîdên Berxwedana Serdemê tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Em sersaxiyê ji her 6 malbatên xwe yê şehîd û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe nû dikin da ku tekoşîna şehîdan bighînin serkeftinê.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Kato Kurdo
Nav û Paşnav: Hekîm Abî
Navê Dayikê: Mercan
Navê Bav: Ebuzeyît
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – Gundê Kîmarê / 20’ê Adara 2018’an

Nasnav: Rêvana Rojava
Nav û Paşnav: Adile Seidîn
Navê Dayikê: Esma
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 15’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Serhed Bakur
Nav û Paşnav: Ehmed Şeymen
Navê Dayikê: Rabîa
Navê Bav: Ziyaddîn
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / 17’ê Adara 2018’an

Nasnav: Sila Hejar
Nav û Paşnav: Cemîle Uçar
Navê Dayikê: Asiye
Navê Bav: Şahîn
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Kîmarê / 20’ê Adara 2018’an

Nasnav: Xwînda Avaşîn
Nav û Paşnav: Hediye Ozalp
Navê Dayikê: Gulîzar
Navê Bav: Mehmed Seîd
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Bilbilê – Gundê Ega / 20’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Yilmaz Beytuşebap
Nav û Paşnav: Firat Ozlu
Navê Dayikê: Hisniye
Navê Bav: Emîn
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – Gundê Kîmarê / 20’ê Adara 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30’ê Adara 2018