Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 6 şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi rêz û minetdarî bibîr tînin

  • March 28, 2018

Em 6 şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi rêz û minetdarî bibîr tînin

Di Berxwedana Serdemê ya ku ketiye roja xwe ya 68’an de li hember faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê, şervanên me bi bîr û baweriyeke mezin tekoşînek bê hempa dimeşînin. Bi bîr û baweriya ku ji raman û felsefeya jiyana azad girtine û bi zanebûna ku sekna li hemberî dagirkeriyê li ser navê tevahî mirovahiyê di jiyana azad de israrkirin e, berxwedana me didome.

Rêhevalên me bi coş, moral, vîn û lehengiyeke mezin di çeperên pêş de li berxwe didin û bi vê sekna xwe ve dîroka berxwedanê zindî kirin, di rûpelên fedayiyan de navên xwe neqişandin. Rêhevalên me Sîpan Xelat, Amed Botan, Hemze Întîqam, Egîd Cotkar, Rizgar Amed û Ferhad Zagros yên ku di demên cuda yê di Berxwedana Serdemê de heya dawiyê têkoşiyan û gihîştin şehadetê carek dîtir ispat kirin ku, vîna ji gelê xwe girtine û girêdana axê encama wê misoger serkeftin e.

Em weke Fermandariya YPG’ê ya Efrînê dema ku nasnameyên van her şeş hevalên xwe radigihînin em ji tevahî gelê xwe û malbatên van hevalan re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza bi bîranîna wan ve girêdan û heya serkeftinê rêya şehîdan şopandin, nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Amed Botan
Nav û Paşnav: Bedir Memo
Navê Dayikê: Hêvîn
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û dema şehadetê: Efrîn / 25 Adar 2018

Nasnav: Egîd Cotkar
Nav û Paşnav: Heyder Elî
Navê Dayikê: Rehîme
Navê Bav: Ednan
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û dema şehadetê: Efrîn / 25 Adar 2018

Nasnav: Ferhad Zagros
Nav û Paşnav: Osman Sidqî
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Sidqî
Cihê Ji Dayikbûnê: Girê Sipî
Cih û dema şehadetê: Efrîn, Bilbilê, Tepê Şêxurzê / 11 Adar 2018

Nasnav: Hemze Întîqam
Nav û Paşnav: Salih Elî
Navê Dayikê: Suad
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Şam
Cih û dema şehadetê: Efrîn / 25 Adar 2018

Nasnav: Rizgar Amed
Nav û Paşnav: Recep Toprak
Navê Dayikê: Bîrcan
Navê Bav: Remzî
Cih û dema şehadetê: Efrîn / 17 Adar 2018

Nasnav: Sîpan Xelat
Nav û Paşnav: Omer Cîlo
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û dema şehadetê: Efrîn, Raco, Gundê Qude / 27 Çile 2018

Fermandariya YPG ya Efrînê |28’ê Adara 2018