Di encama qezayên trafîkê de 2 rêhevalên me gihîştine şehadetê.
Rêhevalê me Emar Dêrazor û Xalid Tirbespiyê ku li Qamoşlo û Şedadê li ser erkên xwe bûn di encama qezayên trafîkê de gihîştin şehadetê.
Rêhevalên me Emar û Xalid sala 2017’an tevlî nav refên YPG’ê bûne û li ser bîrdoziya azadiyê xwe perwerde kirine. Rêhevalê me Emar ku ji herêma Dêrazorê ye û eslê xwe Ereb e, ji bo rizgarkirina herêma xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrazorê re tevlî bûye. Di jiyana xwe ya kurt a şoreşgerî de gelek tişt hewandiye û bû mînak ji bo avakirina jiyana hevbeş a gelan.
Rêhevalê me Xalid jî ji navçeya Tirbespiyê a girêdayî Qamişlo ji dayikbûye û malbateke welatparêz de mezin bûye. Di temenên xwe yê ciwantî de tevlî nav şoreşê bû. Di jiyanê de bi fedakartiya xwe dihat nasîn.
Em her du rêhevalên xwe yê şehîd bi rêzdarî bibîr tînin û em dibêjin serê malbata wan û gelê me sax be. Em soza pêkanîna xeyal û armancên şehîdan ji bo pêk were tekoşîna xwe bilind bikin, nû dikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Emar Dêrezor
Nav û Paşnav: Mihemed El Siûd
Navê Dayikê: Maha
Navê Bav: Sibhî
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor
Cih û Dema Şehadetê: Şedadê / 2’ê Adara 2018’an

Nasnav: Xalid Tirbesipiyê
Nav û Paşnav: Dara Mihemed
Navê Dayikê: Şaha
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbesipiyê
Cih û Dema Şehadetê: Qamişlo / 25’ê Adara 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 27’ê Adara 2018