Tekoşîna me ya bi salan e li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, ku cîhê şaxvedana şoreşa Rojava ye, gihîşt asteke nû ya girîng. Têkoşîna azadiyê ya ku em li hember terorîzmê dimeşînin îro komên terorî di gundê Baxoz a ser bi Dêrazorê ve de di qadeke 1 km2 de asê kiriye. Bêguman yên ku herî zêde di vê serkeftina dîrokî de xwedî ked in şehîdên me yên ku her yek ji wan bi armanca hevjiyana azad ya gelan xwe feda kirin e.
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, pêşketina hêzên me ya li gundê Baxozê didome. Di çarçoveya operasyonên di dîrokên 10 û 11’ê Sibatê de, 10 rêhevalên me di pevçûnên li herêmê de şehîd ketin. Rêhevalên me Alan, Canda, Egîd, Heqî, Hitêmî, Îsmaîl, Jiyan, Mazlum, Serbest û Zagros bi sekna xwe bûn îfadeyek şênber ji bo têkoşîna me ya azadiyê.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Zagros Çilaxa
Nav û Paşnav: Elî Mubarek
Navê Dayik û Bav: Melîke – Nayif
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 11.02.2019

Nasnav: Serbest Girkêlegê
Nav û Paşnav: Eymen El Hemo
Navê Dayik û Bav: Tirkiye – Ebdulbaqî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 11.02.2019

Nasnav: Mazlûm Doxan
Nav û Paşnav: Mehmûd El Hasud
Navê Dayik û Bav: Şemse – Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 11.02.2019

Nasnav: Jiyan Tolhildan
Nav û Paşnav: Dilxwaz Qenco
Navê Dayik û Bav: Ayşe – Îdrîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 10.02.2019

Nasnav: Îsmaîl Qamişlo
Nav û Paşnav: Yasîn Dabul
Navê Dayik û Bav: Cemîle – Faruq
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 11.02.2019

Nasnav: Hitêmî Qamişlo
Nav û Paşnav: Mihemed Hitêmî
Navê Dayik û Bav: Behiye – Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 11.02.2019

Nasnav: Heqî Hol
Nav û Paşnav: Mehmûd Atîla
Navê Dayik û Bav: Hude – Riyad
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 11.02.2019

Nasnav: Egîd Botan
Nav û Paşnav: Fadî Ebûş
Navê Dayik û Bav: Fatma – Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 11.02.2019

Nasnav: Canda Çarçela
Nav û Paşnav: Rehşan Mamo
Navê Dayik û Bav: Emîne – Omer
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 10.02.2019

Nasnav: Alan Rojava
Nav û Paşnav:Ebdulxaliq Bobî
Navê Dayik û Bav: Fesîha – Selam
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 11.02.2019
Em şehîdên xwe yên ku bi têkoşîna xwe nirxên mezin afirandine bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em soza nirxên ku şehîdên me afirandine biparêzin û li ser şopa wan têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin, nû dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Sibata 2019