Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalên xwe Ebdulah û Egîd bi rêzdarî bibîr tînin

  • February 16, 2019

Em rêhevalên xwe Ebdulah û Egîd bi rêzdarî bibîr tînin

Em nasnameyên 2 rêhevalên xwe yên ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrazorê de û encama qezaya trafîkê a Qamişloyê de gihîştine şehadetê ji raya giştî re parve dikin.

1. Şerê Tunekirina Terorê a çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a bi armanca tunekirina terorê ya DAIŞ’ê li herêma Dêrazorê hatibû destpêkirin ber bi dawîbûyînê ve ye. Di vê çarçoveyê de, di dîroka 14’ê Sibatê li gundê Baxoza Jorîn operasyonên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû lidar xistin de derbên giran li çeteyan hat dayîn. Di vê operasyonan de rêhevalê me Ebdulah piştî bi qehremanî şer kir û gihîşt şehadetê.

2. Hevalê me Egîd ku li Qamişloyê li ser erka xwe bû, di encama qezaya trafîkê di roja 13’ê Sibatê gihîşt şehadetê.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Egîd Cîlo
Nav û Paşnav:Metîn Çiftçî
Navê Dayik û Bav: Şemsîxan – Osman
Dîroka Şehadetê: Qamişlo-13. 02. 2019

Nasnav: Ebdullah Til Temir
Nav û Paşnav: Elî El Ehmed
Navê Dayik û Bav: Tayîbe – Ebud
Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 14. 02. 2019

Em serî de her du malbatên hevalên xwe yên şehîd re û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hevalên xwe yên Ebdulah û Egîd de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 16’ê Sibata 2019