Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em hevalê xwe Şerzan yê Berxwedana Serdemê de gihîşt şehadetê bibîr tînin

  • February 10, 2019

Em hevalê xwe Şerzan yê Berxwedana Serdemê de gihîşt şehadetê bibîr tînin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 20’ê Çileya 2018’an de li ser Efrînê êrîşên dagirkeriyê dabûn destpêkirin û li dijî van êrîşan şer û berxwedaneke bê hempa hat meşandin. Bi taybet ji roja destpêkê heya 18’ê Adarê li dijî êrîşên dijminên dagirker şervanên me di tevahî eniyên şer de berxwedanên bi heybet raber kirin. Artêşa Tirk a dagirker ya ku nekarîbû li hember berxwedana şervanên me xwe bigire, di serî de bi balafirên şer û her cûre çekên pêşketî bikar anîye. Yek ji wan êrîşên artêşa Tirk ya ku 4’ê Adarê li ser navçeya Racoyê bi balafirên şer êrîş kiriye ye. Di encama vê êrîşa hewayî de hevalê me Şerzan Botan gihîştiye şehadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Şerzan Botan
Nav û Paşnav: Mehmet Kazici
Navê Dayik û Bav: Kamîle – Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 04. 03. 2018

Em di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re dixwazin. Em soza domandina têkoşînê ya li ser xeta şehîdên nemir, heya em azadiya gelê xwe pêk tînin, dubare dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10’ê Sibatê 2019