Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya ku têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Şer û berxwedana ku pêşengiya wê YPG û YPJ’ê girtiye ser milê xwe, çeteyên DAIŞ’ê têk diçin û gundên herêma Dêrazorê yên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ne jî yek bi yek tên rizgarkirin. Di vê çarçoveyê de, operasyonên ku hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê lidar xist de rêhevala me Hêvîdar Azadî pevçûnên ku bi çeteyên DAIŞ’ê re qewimî de di dîroka 7’ê Sibatê de gihîştiye şehadetê.
Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye;

Nasnav: Hêvîdar Azadî
Nav û Paşnav: Yardehan Henan
Navê Dayik û Bav: Beyaz – Mustafa
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor- 07. 02. 2019
Em serî de ji malbata rêhevala me Hêvîdar re û gelê me re sersaxiyê dixwazin. Em rêhevalên xwe yên ku têkoşîna azadiyê meşandin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî û minet bibîr tînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9’ê Sibata 2019