Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalên xwe Mahir û Ciwan yên li gundê Baxozê gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

  • April 3, 2019

Em rêhevalên xwe Mahir û Ciwan yên li gundê Baxozê gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

Di çarçoveya qonaxa Şerê Tunekirina Terorê a Pêngava Bagera Cizîrê de hebûna çeteyên DAIŞ’ê li gundê Baxozê ya girêdayî Dêrazorê di dîroka 21’ê Adarê de bidawî bibû. Lê belê ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê mayin û teqemeniyên cûr bi cûr li herêmê çandibû hêzê me jî ji bo rakirina van mayinan xebatên paqijkirinê dan destpêkirin û ev xebatên paqijkirinê hîn jî didome. Di encama lêgerîn û paqijkirinê de rêhevalê me Mahir û Ciwan mayina ku çeteyên DAIŞ’ê ji berê çandibû pêlê kirin. Rêhevalê me Mahir di dîroka 26’ê Adarê de şehîd ket lê rêheval Ciwan bi giranî birîndar bû. Di tevî destwerdana bijîşkan jî rêhevalê me Ciwan di dîroka 2’yê Nîsanê gihîşt şehadetê.

Rêhevalê me Mahir Amed di dema ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê de pêş diket û mezin dibû tevlî refên hêzên me bû. Piştî tevlî bû cîhe xwe pêngavên weke Xezeba Xabûrê, Xezeba Firatê, Pêngava Rizgarkirina Reqa û Pêngava Bagera Cizîrê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibûn lidar xistin, girt. Di rizgarkirina bajarên Şedadê û Reqayê de rolê xwe leyîst û di bidawîkirina hebûna çeteyên DAIŞ’ê de him erkê xwe bicîh anî him jî bû şahidekî şervanekî me yê vê bûyera dîrokî. Rêhevalê me Mahir ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn di her kêliyê jiyanê de ev sekna xwe parast û domand. Pêngavên ku tevlî bûyî de tecrûbeyên ku girt di kesayeta xwe de şervantiyê pêş xist. Bawerî û girêdana xwe ya şoreşê bi dayîna têkoşînê ispat kir û erkê ku ket ser milê wî bi dildarî tevlî bû û pêk anî.

Rêhevalê me Ciwan Kurdo li bajarokê Dirbêsiyê ya Rojava hat dinê û malbateke welatparêz de mezin bû. Bandora şoreşa Rojava ji nêz ve hîs kir û tevlî refên şoreşê bû. Bi temenê xwe yê ciwan ku tevlî bû di demeke kurt de xwe pêş xist û tevî hemû şert û mercên zehmet de jî ji sekna xwe ya tawiz nade di kesayeta xwe de avakir. Hêrsa ku li dijî dijminê xwe di kesayeta xwe de zivirandin hêzê û di têkoşîna xwe de ev tişt derxist holê.

Em rêhevalên xwe yên ku di têkoşîna azadiyê de heya kêliya dawiyê şer kir û gihîşt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin. Şehîdên me yên bi têkoşîna xwe şoreşa ku ji mirovahiyê re diyarî kirin pêşengtiya wê ji mere hiştin, em jî soz didin ku wek şopdarên wan ji bo parastina nirxên ku hatin afirandin çi dibe bila bibe em ê biparêzin. Li ser vê bingehê, serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re dixwazin.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd ketine wiha ne;

Nasnav: Ciwan Kurdo
Nav û Paşnav:Şewend Elîko
Navê Dayik û Bav: Cîhan – Îsmaîl
Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 02. 04. 2019

Nasnav: Mahîr Amed
Nav û Paşnav: Firat Ateş
Navê Dayik û Bav: Hûsna – Maas
Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 26.03. 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 3’yê Nîsana 2019