Welatê Kurdistanê ku di hemû demê dîrokê de ku hertim şer berdewam kiriye û berê hêzên dagirker liwir bûye. Hêzên qirker ku dixwestin bibin xwedî mal û milkên Kurdistanê û hertim li hemberê welatê me dinav êrîşan de ne di aliyê din de jî armanca wan a herî mezin bi polîtîkayên xwe a tunekirinê ve gelê Kurdistanê ji qirkirinê re derbas bikin. Lê belê li hember van êrîşên dijmin a qirkirinê gelê me hertim dinav têkoşînê de bûye. Gelê Kurdistanê jiyana herî bê rûmetî kû ji bo wan layik hatiye dîtin, bi awayek tûj red kiriye û vînên xwe yên azadiyê hertim parastine.
Hêviyê rizgariya gelekî, hertim zarokên xwe yên ku bi welatê xwe û gelê xwe re girêdayî a ji nav wan derketine ye. Gelê me yên Rojava jî bi rêbertiya fikrê azadiyê ku di van axan de mezin bûye xwe rêxistin kirine û îro jî şoreşek herî mezin di dîroka cîhanê de, şoreşa Rojava pêk anîne. Bivê ve ev şoreş bûye şoreşekî bi dayîna nirxên mezin û bidestxistina nirxên mezin. Bê gûman avakerên vê şoreşê jî ew şehîdên ku li hember dijminê hov û qirker şer kirine û şûna jiyana bêrûmet mirineki birûmet ji xwe re hilbijartine û gelê me yên ku bi kedên xwe yên mezin ligel şervanên xwe bûne ye.
Yek ji van berxwedanan jî di sala 2015’an de li bajarê me yê Serêkaniyê û gûndên derdora wê de di pêvajoya herî hov a çeteyên DAIŞ’ê de hatiye dayîn. Di nav vê berxwedanê de bi dehan gelê me yê Bakurê Kurdistanê ku bi rihê seferberiyê tevlî şoreşa Rojava bûne û di eniyên cûda de şehîd ketine. Bi vê rihê seferberiyê rêhevalên me Agir, Devrim, Enter, Êrîş, Kendal, Ozlem, Rûstem, Şoreş, Viyan, Welat û Yaşar jî parêzvaniya vê şoreşê kirine û di çeperên Serêkaniyê de şehîd ketine.
Em hemû şehîdên xwe yên qehreman ku serkeftina mezin bi binxistina DAIŞ’ê diyarî me kirine bi rêzdarî bibîr tînin. Em ê wan nirxên ku şehîdên me bi canê xwe ve ava kirine heya dawî biparêzin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine wiha ne;

Nasnav: Agir Cegerxwîn
Nav û Paşnav: Sînan Başboga
Navê Dayik: Turkan
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015’an

Nasnav: Devrîm Tilora Gever
Nav û Paşnav: Semîh Derînsu
Navê Dayik: Nuriye
Navê Bav: Velî
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015’an

Nasnav: Enter Ciwan
Nav û Paşnav: Musa Barak
Navê Dayik: Naîme
Navê Bav: Abdullah
Cihê Jidayikbûnê: Mersîn
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Hilo / 16’ê Adarê 2015’an

Nasnav: Êrîş Torî
Nav û Paşnav: Muammer Şîmşek
Navê Dayik: Selîme
Navê Bav: Mehmet
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Hilo / 10’ê Adarê 2015’an

Nasnav: Kendal Başkale
Nav û Paşnav: Hemze Durmuş
Navê Dayik: Încî
Navê Bav: Kazim
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015’an

Nasnav: Ozlem Gever
Nav û Paşnav: Cevahîr Aydogan
Navê Dayik: Rîhan
Navê Bav: Yusuf
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015’an

Nasnav: Rustem Farqîn
Nav û Paşnav: Fatîh Korkmaz
Navê Dayik: Songul
Navê Bav: Şaban
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015’an

Nasnav: Şoreş Agirî
Nav û Paşnav: Tanju Kaya
Navê Dayik: Sultan
Navê Bav: Fesîh
Cihê Ji Dayikbûnê: Agirî
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 10’ê Adarê 2015’an

Nasnav: Viyan Avareş
Nav û Paşnav: Merve Fatma Şeref
Navê Dayik: Yasmîn
Navê Bav: Nazim
Cihê Jidayikbûnê: Nevşehîr
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015’an

Nasnav: Welat Farqîn
Nav û Paşnav: Îhsan Eryilmaz
Navê Dayik: Maşallah
Navê Bav: Mehmet
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015’an

Nasnav: Yaşar Berfîn
Nav û Paşnav: Mehmet Şerîf Aşkan
Navê Dayik: Hediye
Navê Bav: Mehmet
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 2’yê Nîsana 2019