Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 3 rêhevalên xwe yên ku gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

  • March 24, 2019

Em 3 rêhevalên xwe yên ku gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

3 rêhevalên me di meha Adarê di cîhên cûda yên Rojava de dema ku li ser erka xwe bûn gihîştin şehadetê. Rêhevalê me Garzan di dîroka 13’ê Adarê li Şedadê, rêhevalê me Kemal li Helebê roja 20’ê Adarê û rêhevalê me Piling jî di roja 21’ê Adarê li Kobanê dema ku li ser erk û peywira xwe bûn di encama qezayên cûda de gihîştin şehadetê.

Şehadeta rêhevalên me yên bi vî rengî her çiqas me biêşîne jî em ê jiyan û têkoşîna wan ji xwe re bikin bingeha têkoşîna xwe ya azadiyê. Ji ber ku hêz û morala ku em jê digrin felsefeya jiyana şehîdên me ne û em ê bi vî bîr û baweriyê têkoşîna xwe heya serkeftinê tacîdar bikin bidomînin. Di vê çarçoveyê de, di serî de malbatên hêja yên şehîdên me û serê hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û careke din di kesayeta li ser van şehîdên me tevahî şehîdên xwe yên nemir bi rêzdarî bibîr tînin.

Nasnameyên pakrewanên me wiha ne;

Nasnav: Garzan Tekoşer

Nav û Paşnav: Yezen Şenûn

Navê Dayikê: Nafîs

Navê Bav: Eladîn

Cihê Jidayikbûnê: Şam

Cih û Demê Şehadetê: Şedadê / 13’ê Adara 2019’an

Nasnav: Kemal Efrîn

Nav û Paşnav: Elî Heyder

Navê Dayikê: Siltan

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Demê Şehadetê: Heleb / 20’ê Adara 2019’an

Nasnav: Piling Kobanê

Nav û Paşnav: Îbrahîm Xelîl

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Xelîl

Cihê Jidayikbûnê: Reqa

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 21’ê Adara 2019’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24’ê Adara 2019