Ji aliyekî li gundê Baxozê ya Dêrazorê ku xebatê lêgerîna mayinan û paqijkirina wê û xebatên bi ewlekirina herêmê berdewam dikin, ji aliyê din jî xebatên teslîm girtina çeteyên DAIŞ û malbatên wan ku xwe veşartine didome.
Di vê çarçevoyê de di dîroka 3’yê Nîsanê de hêzên me jinek jî di nav de komekî çeteyên DAIŞ’ê teslîm girtine. Dema koma DAIŞ’ê ji kontrolê tê derbaskirin jina ku di nav komê de ye, bombeya ku li ser xwe veşartiye diteqîne. Di dema bûyerê de rêhevalên me Amara û Gûneş dema nasname kontrol dikin şehîd dikevin.
Rêhevalên me Amara û Gûneş ku di têkoşîna me ya azadiyê de, bi jiyan û têkoşînên xwe ve bi girêdanên xwe a ji doza azadiyê ve ji me hemûyan re bûne mînak, em di şexsê van hevalan de hemû şehîdên xwe yên doza azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Heya ku em yek terorîstên ku hewl dane axa me dagir bike xelas bikin têkoşînekî bê hempa bidin meşandin û em soza tolgirtina hemû şehîdên xwe dûbare dikin û vê têkoşîna van hevalan em ê bi serkeftinê ve tacîdar bikin.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav :Guneş Botan
Nav û paşnav: Gurbet Kaplan
Navê Dayik û Bav:Kevser – Nazmî
Dîroka Şehadetê:Dêrazor-03.04.2019

Nasnav:Amara Rojhilat
Nav û Paşnav: Bêrîvan Habeş
Navê Dayik û Bav: Naciye – Mislim
Dîroka Şehadetê: Dêrazor- 03.04.2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Nîsana 2019