Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 3 hevalên xwe yên ku li Efrînê û Dêrazorê şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin

  • July 8, 2018

Em 3 hevalên xwe yên ku li Efrînê û Dêrazorê şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêşveçûnên Hêzên Sûriya Demokratîk ku hêzên me YPG/YPJ jî bi çalak tevlî vê pêngavê dibin, li gundewarên herêma Dêrazorê de berdewam dike û operasyonên paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê jî bênavber didome. Di vê çarçoveyê de;

1. Di dîroka 6’ê Tîrmehê de li gundê Bisêra ya girêdayî Dêrazorê de çeteyên DAIŞ’ê bi maşîneyeke teqemeniyê êrîşê çeperên hêzên me kir. Hêzên me heman demê maşîneyê teqemeniyê ferq kir û bi çekên ferdî û çekên giran bersiv da û berî ku bigihîje armancê xwe hat îmha kirin. Di encama êrîşê de hevalekî me û şervanekî QSD’ê ku nehiştin maşîneyê teqemeniyê xwe bigihîne çeperên hêzên me û bêbandorkirina wî de rolê xwe leyîstin, gihîştin şehadetê.

2. Di çarçoveya qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de di dîroka li 20’ê Çile û 18’ê Adarê 2018’an di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û komên çete yê girêdayî wî de bi dijwarî şer qewimîbû. Di vê berxwedana serdemê de bi dehan hevalên me bi ruhekî fedayî li dijî her cûre teknîkên pêşketî re û bi deh hezaran leşker û çeteyên dagirker re şerkirin û gihîştin şehadetê. Yek ji wan hevalê me Mahîr Cindirêsê li gundê Bedîna ya girêdayî navçeya Mabetayê de di encama balafirên artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketiye.

3. Piştî dagirkirina Efrînê ji alî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me li hember dagirkeran li her deverê Efrînê bi şêwazên çalakiyên cûrbecûr lidardixin. Yek ji wan çalakiyan a 22’ê Adarê li Çiyayê Hawarê li dijî baregehên artêşa dagirker hatibû lidarxistin de û bi dehan leşker û çeteyên wê hatibû kuştin. Her wiha baregeh û çeperên dijmin hatibûn rûxandin. Artêşa dagirker ku li bejahî nekarîbû bersiv bide hêzên me bi balafirên şer êrîş kirin û di encama lêdana balafirên şer de hevalekî me gihiştiye şehadetê.

Em her 3 rêhevalên xwe yên ku bi ruhekî fedayî li hember dagirkeran şer kirin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin heya ku dagirkerekî li ser vê axê bimîne em ê têbikoşin û tekoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Demhat Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Ebdilqadir Mamed

Navê Dayikê: Zelîxa

Navê Bav: Mustafa

Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Demaa Şehadetê: Dêra Zor / 6’ê Tîrmehê 2018’an

Nasnav: Mahîr Cindirêsê

Nav û Paşnav: Beşar Çilo

Navê Dayikê: Cîhan

Navê Bav: Ednan

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Mabeta – Gundê Bedîna / 3’ê Adarê 2018’an

Nasnav: Xeyrî Durmuş

Nav û Paşnav: Cemîl Fetka

Navê Dayikê: Asya

Navê Bav: Zekeriya

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 22’ê Adarê 2018’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 8’ê Tîrmeha 2018