Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de çalakiyên hêzên me berdewam dike. Di vê çarçoveyê de;
Di dîroka 7’ê Tîrmeha 2018’an de navçeya Raco ya girêdayî Efrînê di navbera tîmeke me û leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de pevçûnek qewimiye. Di vê pevçûnê de hejmareke zêde leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hat kuştin lê derheqê hejmara kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidest xistin. Di encama pevçûna ku qewimî de hevalên me Êrîş Amed, Hîvda Harun Barav û Serhildan Mêrdîn heya guleya xwe ya dawî bi ruhekî fedayî şerkirin û gihîştin şehadetê.
Di kesayeta her sê şehîdên xwe de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî û bi minet bibîr tînin. Ji bo pêkanîna armanc û xeyalên şehîdên me em ê tekoşînekî bê eman bimeşînin, soza xwe careke din nû dikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Êrîş Amed
Nav û paşnav: Vedat Erol
Navê dayikê: Sûveyla
Navê bav: Yusif
Cih û dîroka şehadetê: Reco /Efrîn-7’êTîrmeh 2018

Nasnav: Hîvda Harun Barav
Nav û paşnav: Hatîce Kaya
Navê dayikê: Nesîme
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka şehadetê: Reco /Efrîn-7’êTîrmeh 2018

Nasnav: Serhildan Mêrdîn
Nav û paşnav: Mehmed Sidik Ay
Navê dayikê: Xezal
Navê bav: Hisên
Cih û dîroka şehadetê: Reco /Efrîn-7’êTîrmeh 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 27’ê Tîrmeha 2018